KOLN- Beriya mîtînga ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, meş destpê kir.
Piştî xebatên hefte berê dest pê kirin, ciwan, Kurdistanî û dostên wan ji saetên serê sibehê ve dest bi hatina herêmê kirin. Meşvanên ji welat û bajarên derdorê bi coşeke mezin qad tijî kirin. Meşa ku ji Deutzer-Werftê ku wek qada hevdîtinê hatibû diyarkirin dest pê dike, piştî rêyeke bi qasî 3 kîlometreyan wê li heman herêmê bi dawî bibe.
Piştî meşê wê li Deutzer-Werft mîtîngek bê lidarxistin.
Korteja ji aliyê girseya gel a ji bo azadiya Rêber APO hate avakirin 1,5 kîlometre derbas bû. Tevî ku di ser destpêkirina meşê re 45 deqe derbas bûn jî li qada civînê çalakger li benda destpêkirina meşê ne. Çalakgerên ku pankartên bi nivîsa “Azadî ji Rêber APO re” hildan, gelek caran bê navber siloganên “Bijî Serok APO” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Peyamên ciwanan
Ciwanên ku di meşa Kolnê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatin cem hev, bang li hemû gelê Kurd bi taybet ciwanên Kurd kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li qadan berxwedanê mezin bikin.