REQA– Di çarçoveya rêze çalakiyên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, komiteya Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê re çalakiyek werzîşê di bin dirûşmeya “Em bi jin, jiyan, azadî ve xwe diparêzin” li darxist.
Çalakî li ber stada şaredariyê ku pêşandana rakirina halter, siwarbûna hesp û biskilêtan hat lidarxistin, ber bi Stada El-Sadaqa ve dest pê kir.
Di destpêka çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin, piştre jî karate û helandina wezneyê hatin nîşandan.
Her wiha di çalakiyê de maça futbolê ya di navbera tîma Kobanî û tîma Karkerên Firatê de hat lidarxistin, lîstok di navbera her du tîman de wekhev bi dawî bû.
Çalakî bi xelatkirina lîstikvanên beşdar, balkişandina ser rola bi bandor a jinan di civakê de û piştgirîkirina mafên wan bi dawî bû.