KOBANÊ– Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” dewam dikin. Di vê çarçveyê de li Kobanê mêr li dijî tundiyê meş li dar xistin.
Mêr ên li kantona Firatê li Qada Jin a Azad a li Kobanê li hev kom bûn û ber bi Qada Aştiyê ve meşiyan.
Di meşê de wêneyên Rêber APO, alên Kongra Star û wêneyên şehîdan hatin hildan, bê navber jî dirûşmên “Jin, Jiyan, Azad” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Meşê bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” dest pê kir.
Piştî ku meş gihîşt Qada Aştiyê, deqeyek rêz ji bo bîranîna cangoriyan hate girtin. Piştre jî Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û diyar kir ku wê asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Mizgîn Xelîl got, “Ji hersê xwişkên Mêrebal û heta têkoşerên jin ê ku bi xwîna xwe destan afirandin û nivîsandin, em wek jin em ê asta têkoşîna xwe heta dawiyê bilind bikin. Em ê bi Asya, Ronahî û heta Tara û Hêro em ê têkoşîna xwe ya heta hetayê bighînin asta lûtkeyê..”
Meş bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.