ŞEHBA – Şehîdê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Amanos ku di roja 15’ê Mijdarê de di encama krîza Dil de şehîd ketibû. Îro li Kantona Şehba li goristana Şehîd Zozan Amanos ê ku dikeve navçeya Fifînê bi coş û kelecanekî mezin gelê Efrîn û şêniyên Şehba wê sipartin nava dil û mejiyê xwe.
Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Menal Şêxo sersaxî da malbata şehîd û got: “Şehîd Ronahî ji malbateke welatparêz û şagirta Rêber APO bû. Dilsozê doza xwe bû.”
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantonê Nadiye Yûsif got: “Bi rihê şehîd Ronahî em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO nû dikin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Ronahî Amanos hat xwendin û ji bo malbata wê hat radestkirin û şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganên “Şehîd Namirin” hat oxirkirin.