GEVER – MJAR (Milîsen Jinên Agir û Rojê) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li taxên Esentepe û Cûmhûriyetê yên Geverê çalakî li dar xistin.
Têkildarî çalakiyê MJAR’ê got, “Hewldana dijmin a ketina nava taxên di bin kontrola me de hatiye şikandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Em bang li hemû jinan û ciwanan dikin ku li qadan, li kolanan û li her qadên têkoşînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker ber xwe bidin.”
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî darbeya qeyûmê ev agahî parve kir:
“Şeva 17’ê Mijdarê yekîneyên me bi pêxistina agir li taxên Esentepe û Cûmhûriyetê yên Geverê barîkat danîn û hemû deriyên taxê bin kontrol bûn. Li ser vê yekê dijmin bi hêzeke mezin êrîşî her du taxan kir û hewl da taxan dorpêç bike. Bi çalakiya taktîkî ya ku di pêşengiya hêzên me de li dijî vê hewldanê hatiye lidarxistin, derb li dijmin hatiye xistin û hewldana dijmin a ketina taxên di bin kontrola me de hatiye pûçkirin.
Di encama çalakiyan de; Bi bombeyên teqemenî, molotof û fîşekên hewayî hewldana dijminê hate derbkirin, piştî demekê ma paşve vekişe. Milîsên me bi tundî bersiva dijmin a ku cara duyemîn zivirî, bi teqemenî, molotof û fîşekên hewayî bersivandin. Di encama derbên teqemenî û molotof li maşîna zirxî ya dijmin a bi navê URAL de hate xistin, wesayit hate derbkirin û ma vekişe.
Heta ku dagirkeriya dawî ji Kurdistanê derxînin wê têkoşîn û çalakiyên me bidomin. Bi vê munasebetê em banga xwe ya berxwedan û têkoşînê dubare dikin û bang li hemû jin û ciwanan dikin ku li qadan, li kolanan û li her qadên têkoşînê li berxwe bidin.”