ŞEHBA – Bi dirûşmeya “Ji Rêber APO Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” di hefteya sêyemîn a qonaxa yekemîn a Şampiyoniya Futbolê ya Jinên Ciwan ên Şehbayê maç hatin lidarxistin.
Di koma yekem de pêşbirka futbolê tîma Cûdî Amanos û tîma Newroz Efrînê bi encama 0-0 bi dawî bû.
Di koma duyemîn de jî maça futbolê bi hevsengiyek (1-1) dawî bû û tîma Akri Telkerah karî bi skora (4-1) li hember Zenobia serkeftinek mezin bi dest bixe.
Bi van encaman çar tîm derbasî nîvfînalê bûn:
– Koma yekem:
1. Cûdî Amanos
2. Newroz Efrîn
– Koma duyemîn:
1. Akri Telkerah
2. Zenobia