NAVENDA NUÇEYAN- Di daxuyaniya YPS JIN de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:
“Yekîneya me ya bersivdanê ya Şehîd Armanc Cemre ya YPS JIN di 8’ê Mijdara 2024’an de li taxa Yenîşehîr a navçeya Farqîn a Amedê, saet derdora 21:40’î li hemberî tasyona baz a Vodafone çalakî kir. Ji sedî 80’ê yê stasyonê îmha bû.
Yekîneya me ya bersvidanê ya Şehîd Armanc Cemre di 21’ê Mijdara 2024’an de li taxa Beş Yuz Evler a Amedê li hemberî tasyona bazê ya elektrîkê ya ser bi lojmanên dozgeriyê û dadgeriyê çalakî kir.
Yekîneya me ya bersivdanê ya Şehîd Amara Ronahî ya YPS JIN di 18’ê Mijdara 2024’an de saet di 01:30’î de li Birca Bizinê ya Amedê pankarta bi nivîsa ’27’ê Mijdarê pîroz be’ daliqand.”