DÊRSIM – Li Şaredariya Pulurê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin qedexeya derketina derve didome, şaredar Mustafa Sarigül û gel li bendê ne.
Girseya ku li ber şaredariyê li dijî qeyûm tayînî Şaredariya Pulurê hat kirin, li bendê ye. Piştî qeyûm tayîn kirin gelê navçeyê hatin ber şaredariya ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û astengkirin. Destûr nehat dayîn ku Şaredar Mustafa Sarigul û kesên pê re bikevin şaredariyê.
Şaredarê CHP’ê Mustafa Sarigül li vir axivî û diyar kir ku şaredarî hatiye astengkirin. Sarigul, diyar kir ku bi sedan polîs anîn navçeyê û wiha got: “Ji hejmara navçeyê zêdetir polîsên tevgera taybet û polîs anîn. Ew jî gel nas nakin. Daxwazên gel wan eleqedar nake. Îro dibêjin ’em ji bo parastina we hatine vir’ lê binerin li vê dewleta rûreş ev der kirine çi. Ewqas kes li hemberî welatiyên bêparastin van barîkatan danîne û piştre jî dibêjin ’em hatin ji bo parastina we’. “Hûn ê me ji çi biparêzin? Hûn me ji xwe diparêzin?!”
Sarigul, anî ziman ku armanca hikûmetê ew e ku bi darbeyê pêşî li şaredariyan bigire û li ser desthilatdariyê bimîne û got, “Em bi feraseteke dijminatiya welatê xwe re rû bi rû ne û gelê xwe ji hezkirina welatê xwe dûr dixe. Her yek ji van welatiyan daxwaza welatekî demokratîk a azad e. Daxwaza me ew e ku aştî pêk were.”
Girseya gel a li ber şaredariyê bê navber dirûşmeyên “Roj wê bizivire û AKP wê hesabê bide gel” û “Maf, hiqûq, edalet” dewam dike.