MEXMÛR- Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê îro bi pêşengtiya TJCM (Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê) Semînerek li ser Azadiya Jinê hat lidarxistin. Ev çalakî di çerçoveya hamleya ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ pêk hat û dibe beşek ji rêzê çalakiyan li dijî tunditiya li ser jinan.
Piştî deqeyekî rêzgirtin ji bo Şehîdên Şoreşê jinên ciwan bi hevre dahûrandinên Rêber APO li ser Azadiya Jinê guhdarkirin. Semîner bi niqaş dewam kir û bi berzkirina ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok APO’ bi dawî bû.