ŞENGAL – Civaka Êzidî û Jinên Ezîdî ji 74 fermanan derbas bûn û gelek zêde tundî û qetlîaman re rû bi rû man. Ji ber ku civaka Şengalê ji aliyê hêzên PDK a îxanetkar û dewleta Îraq ve bê parastin hat hiştin û ji ber ku jin bê perwerde û bê rêxistin bûn, nikaribûn xwe biparêzin û di encamê de hezaran zarok û jin ketin destê DAİŞ’ê. Hezaran jin ser bazaran hatin firotin an hatin qetilkirin. Hê jî bi sedan keç û jinên Êzidî di destê DAÎŞ’ê de dîlgirtine.
Weke bersîvekê xurt li hemberî ev fermanê, Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) hatin ava kirin. Bi mîrasa gelek jinên Êzidî yên qehreman weke Zerîfa Osê, Xatûna Fexran, Şehîd Bêrîvan Şengalî û ezmûna gerîlayên YJA Star bi sedan jinên Êzidî xwe perwerde kir û dijî DAÎŞ’ê şer kir.
Îro di çarçoveya pengava “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” de endamên Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê (YJCŞ) serdana YJŞ kirin. Jinên ciwanên ji gelek gundan li Serdeştê amade bûn. Bi boneya 25 Mijdarê ku roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin e, jinên ciwan bi vê serdanê ve xwestin hêza parastina jinên Şengalê YJŞ nas bikin.
Piştî ku jinên ciwan endamên YJŞ silav kirin, axaftinên di derbarê 25’ê Mijdarê û giringiya têkoşîn û xwe parastina jinan li hemberî her cure êrîşan, ji aliyê jinên ciwan û YJŞ ve hat kirin. Jinên ciwan di serdana xwe de diyar kirin ku, Ew ji hêza parastina YJŞ gelekî hêz digirin.
Di dawiyê de moralekê hat lidarxistin û stranên ser berxwedana jinan hat gotin. Serdan bi slogana “Jin Jiyan Azadî” hat bidawîkirin.