BEHDÎNAN- Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zap û Xakurkê droneyek hate xistin, sîstemeke radarê hate îmhakirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
21’ê Mijdarê saet di 08:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê sîstemeke radarê ya dagirkeran bi sûqîestê hate îmhakirin.
23’ê Mijdarê saet di 15:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
23’ê Mijdarê saeta di 10:25, 11:30 û 11:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan û berê xwe dabûn tunelên me yên şer. Bi çekên nîv otomatîk liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Li Herêma Xakurkê;
22’ê Mijdarê saet di 11:00 de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
22’ê Mijdarê saet di 12:10’an de li Qada Berxwedanê ya Lolanê droneyek bi rêbaza sûîqestê hate xistin. Enqaza droneyê hate desteserkirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
21 û 23’ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
23’ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
Di navbera 19-24’ê Mijdarê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Lolan, Girê Qele, Berbizinê, Xinêreya Jor 23 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Nehlê, Zêvkê, Dêreşê 5 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Serê Metîna û Bêşîlî 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 6 caran; bi giştî 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
21, 23’ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Cûdî bi giştî 7 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”