NAVENDA NÛÇEYAN – Li Jinwarê piştî pêkanîna atolyeya 10 rojan li ser tundiya jinê komxebat hat li dar xistin.
Di atolyeyên ku 10 roj hatîye domandin mijarên xwe parastin, di dîrokê de tundî, tundî çî ye, cureyên tundî çi ne, tundî çawa û bi çi rêbazê tê pêk anîn, li hemberî tundî xwe çawa biparêzin, çareserîya têkbirina tundî ya li ser jinê çawa mimkun e û grîngîya li ser çareserîya tundî hatin destgirtin.
Komxebat piştî deqqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên li pey şopa azadîyê, bi semînera encama atolyeyê û encama mijarên ku li atolyeyê de hatine dest girtin dest pê kir. Di komxebatê de hat dîyarkirin ku Pêkanîna tundîya li ser jinê pêkanîna tundîya li hemberî hemû jîyan, xwêza û gerdûnê ye. Her curêyen tundîyê ku wekî tundîya fîzîkî, tundîya nefsî, tundîya şeklî, tundîya civakî, tundîya psîkolojîk, tundîya medyaya cîvakî; tundîya li hemberî tunekirina jîyanê, tundîya li hemberî hemû mirovahîyê ye. Çareserkirina û seknandina vê tundîyê jî encax bi pêkanîna azadkirina jinê pêk tê.
Xwecîhên jinên Jinwarê dîyarkirin ku encama pêkhatina vê atolye û komxebatê de tundî çî yê, li ser jinê de bi destê hişmendîya baviksalar tundî çawa pêk tê û xwe çawa ji tundîya li ser jinê biparêzin fêrbûne. Û gotin li Jinwarê bi saya yêkîtîya jin, bi saya perwerdêyên ku tên dayîn û bi saya vê komxebatê; jin çawa bi îradêya xwe, xwe bi xwe li ser pîya disekine me baş dît û ji xwe re kir pivana azadkirina jinê.
Di bernameya komxebatê de sînevîzyonek li ser tundîya medyaya civakî jî hebû ku, hat temaşe kirin.
Yêk jinên ciwan ya xwecîhên Jinwarê Evîn ji ajansa me re axivî û got ”Me deh roj li ser tundîya li dijî jinê perwerde dît û îro jî em li komxebatê civîyan. Berîya ku em dest bi pêrwerdê bikin me digot emê xwe çawa biparêzin. lê niha em dizanin ku xwe perwerde kirinê emê xwe biparêzin, emê bi guhertina zîhnîyêtê emê xwe biparêzin û bi hûndirînkirina fikrê Serok emê xwe biparêzin.”
Endama Akademîya Jineolojî ya Bakur û Rojhilata Surî Zehrîban Ehsen jî diyar kir ku mijarê ku herî zêde xwestine bal bikşînin di vê komxebatê ya li Jinwarê pêk hat, di dirokê de tundî çawa çêbûye, kengî çêbûye, bi destê kî çêbûye, heman demê de di roja me ya îro de rêbazên tundîyê çi ne hatine nîqaş kirin. Û berdewama axaftina xwe de got ”Perspektîfên ku Rêbertî dane me, ji bo ku em karibin ji tundîyê xelas bibin wekî hişmendî, wekî zayendperestî, olperestî, netewperestî xelas bibin; malbata heyî, malbata hegemon re têkoşin bikin; çanda zêde zarok anînê em bidin guhertin, li hemberî çanda tecawiz û dest avêtinê têkoşîneke bê navber bidin û heman demê de di navbera jin û mêr de jî têkilîyeke zanistî û felsefi ava bikin. Esasên Serokatî van xalan ji me re pêşnîyar dike. Dibêje ku di şoreşa jin de ya ku bi pêşengtîya jin û ciwanan çêdibe, em vana pêk bînin ji bo ku em karibin şoreşa xwe rast pêk bînin. Jin anha û taybet jî jinên ciwan ji xwebûna xwe dûr in. Her jîyaneke bi teqlît jîyan dikin. Tiştê ku desthilatdarî, dewlet, hîyerarşî, baviksalar dixwaze esas ev e. Yanî dixwaze nasnameya jinên ciwan ji cewher vala bike. Û bibe kesekê aîd, nebe ya xwe.”
Zehrîban Ehsen bal kişand li ser grîngîya Xwebûna jînên ciwan û guhertina – veguhertina civakê ku bi pêşengtîya jinên ciwan pêkan e. Û got ” Di hundirê vê şoreşê de pêşxistin, guhertin, gvên nû ber bi demokrasî ber bi azadîyê ve avêtin, ev hemû ji me tê xwestin. Yanî vegera xwe, vegera xwezaya xwe, vegera cewhera xwe ji bo jinên ciwan taybet di vê pêvajoyê de gelek grîng e.” Dawîya axaftina xwe de bangawazî li jinên ciwan kir ku bi hatina wan ya statûya jînên ciwan, bi hatina wan ya meclîsê jinên ciwan û bi hatina wan ya perwerdê xwe di van mijaran de encax karibin kûr bikin.
Ber bi dawîbûna bernamêya komxebatê de dayîk û jinên ciwan ya Jinwarê li ser azadî û têkoşîna jinê de stran û listoka bêdeng ku hatîbûn amade kirin pêşkeşî ku jinên tevlî komxebatê bûne kirin.
Komxebat bi sloganên ”jin jîyan azadî” bi dawî bû.