NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de jinên ciwan bi gelek rêxistinên jinan re beşdarî çalakiyan bûn. Îro jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan li seranserî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê rengên xwe nîşan dan.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengiya rêxistinên jinan li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hatin lidarxistin. Beriya wê jî jinên ciwan ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi hefteyan berê çalakiyên cuda yên wekî civîn li darxistin, nîşandana sînevîzyon, seminer organîze kirin û hwd.
Di meşê de pankartên bi zimanên kurdî, erebî û gelek zimanên din hatin vekirin û wêneyên şehîdan hatin bilindkirin. Beşdaran dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Na ji dagirkeriyê re” berz kirin. Jinên Ciwan û çalakvanen berxwedana jinan silav kir û tundiya li ser jinan şermezar kir.