HESEKÊ – Jinên ciwan ên Hesekê bi xwendina “Kronolojiya PKK” salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê pîrozkirin.
Îro sibê jinên ciwan ên Hesekê hatin cem hev û pîrozbahiya damezrandina partiyê PKK kirin, ji bo vê jî biryara xwendina pirtûka “Kronolojiya PKK” kirin. Pirtûk bi awayekî kronolojîk dîrokî partiyê PKK dide nasîn. Jinên ciwan îro bi hev re beşek bi zimanê erebî û kurdî xwendin.
Jinêk ciwan bi navê Nûr Ehmed ku beşdarî xwendina pirtûkê bû jî wiha got: “Cejna me Partiyê ya 46’emîn a PKK’ê pîroz be. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û Jinên ciwan dikin ku bi coşeke mezin cejna partiya me pîroz bikin û li her qadê li dijî êrişên faşîst û qirker berxwedana azadiyê bilind bikin. Di serî de em 27’ê Mijdarê Vejîna Neteweyî û Cejna Partiyê li Rêber APO pîroz dikin.”
Piştre jinên ciwan li ser PKK’ê stran gotin û govend gerandin.