STENBOL – Yekîneyên YCWK’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” li Taxa Koyiçî ya navçeya Başakşehîra Stenbolê wesayîteke nobedarên şevê (e dewletê) şewitandin.
YCWK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Dem hatiye ku agirê li Kurdistanê bi metropolan geş bibe” û bang li ciwanên welatparêz kir ku li dijî dagirkeran bikevin nava tevgerê û têkoşînê berfireh bikin.
Ravekirin wiha ye;
“Di çarçoveya pêngava ‘Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin’ 25’ê Mijdarê saet 02.00’an de yekîneyên me yên YCWK’ê li Taxa Koyiçî ya navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê wesayîteke nobedarên şevê şewitandin. Dem dema wê yekê ye ku agirê ku li Kurdistanê dişewite bigihînin metropolan. Divê hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê bi ruhê 27’ê Mijdarê li qadan bersivê bidin dagirkeran. Weke YCWK em careke din 27’ê Mijdarê pîroz dikin û diyar dikin ku em ê şopdarê şehîdan bin.”