ŞEHBA- 46. salvegera damezrandina PKK’ê li Şehbayê bi pêşengiya endamên Meclîsa Ciwanên PYD’ê û bi tevlîbûna ciwanên Tevgera Ciwanên Şoroşger (TCŞ) û Yekitiya Jinên Ciwan bi coş hat pîrozkirin. Di çalakiyê de ku posterên Rêber APO, alên PKK’ê û alên tevgera ciwanan hatin hilgirtin de bal hat kişandin ser berxwedan û têkoşîna azadiyê.
Ciwanan beriya pîrozkirina Cejna Vejînê bi saetan li Şehba û derdora wê bi konvoya wesayîtan bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” geriyan.
Ciwanên ku bi konvoyê bi qasî 2 saetan meşiyan, gihiştin qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin.
Li vir ji bo bîranîna giyanê şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û piştre bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê li ser navê ciwanan axaftin hat kirin.
Piştî axaftinê ciwan bi çepik û dirûşmeyan li ber xwe dan û bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” 46’emîn salvegera PKK’ê pîroz kirin.
Çalakiya ku bi pêşengiya ciwanan hat lidarxistin, bi teqandina fişekên hewayî û dîlana ku ji aliyê ciwanan ve hat kişandan bi dawî bû.