ŞENGAL- Yekîtiya Ciwanên Êzidî, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb bi şahiyekê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Di şahiyê de agir hate dadan, stran hatin gotin û govend hate gerandin.
46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê li Şengalê hate pîrozkirin. Xelkê Şengalê bi pêşengiya, Yekîtiya Ciwanên Êzidî, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Însiyatîfa Ciwanên Ereb li Baxçeyê Serokatî yê li Geliyê Kersê li hev kom bûn, bi gotina stranan û gerandina govendê li dora agir damezrandina PKK’ê pîroz kirin.
Şahiya pîrozbahiyê, bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên Êzidxan û Kurdistanê re destpê kir.
Pîrozbahiyê li Baxçeyê Serok Apo yê li Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tekoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir û paşê bi navê YCÊ li ser girîngiya rojê Hemo Şengalî axivî û got: “Em dibêjin wê ev sal bibe sala bi dawî anîna tecrîda li Îmraliyê û gavên mezin ber bi azadiyê fîzîkî ya Rêbertî ve bê avêtin. Di heman demê de wê bibe sala dawî anîna faşîzma dewleta Tirk. Gerîlayên azadiyê ku şagirtên Rêbertiyê ne, di vê rojê de bi têkoşîn û berxwedaneke mezin destan nivîsandin. Em vê rojê li wan pîroz dikin û berxwedana wan silav dikin. Em soz didin hemû hevalên di vê oxirê de cane xwe dane ev bie sala tolhildanê û mîsoger kirina serkeftinê.”
Li sernavê Înîsiyatîfa ciwanên Ereb jî Cemşîd Ereb jî dazanîn ji saya fikrên Rêber APO pêkhateyên Şengalê li hev kom dibin û bi hev re ji bo azadiya xwe têdikoşin.
Piştî daxuyaniyê endamên Navenda Çand û Hunera Şengalê û Koma Çiyayê Şengalê stranên şoreşê gotin û ciwan jî li ber stranên gelêrî û şoreşgerî govend gerandin. Govenda bicoş heya saetên şev dewam girt û navê Rêber APO bi agir hate nivîsandin.