QAMIŞLO- Pîrozbahiyên bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bi boneya 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê berdewam dikin.
Li bajarê Qamişlo jî bi dehan welatiyan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi konvoyekê pîroz kirin.
Konvoya ku ji dehan wesayîtên bi alên PKK û TCŞ’ê û posterên Rêber APO hatibûn xemilandin pêk dihat, bi qîrîna dirûşmên ciwanan demeke dirêj li navenda bajarê Qamişlo geriyan.
Pîrozbahî wê sibe jî dewam bike.