MEXMÛR – Îro bi sedan gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûrê salvegera 47’emîn a avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK pîroz kirin.
Pîrozbahî li qada newrozê a wargehê, bi beşdariya bi girseya gel û ciwan bi coş û moralekî mezin û bi cilên gerîla û cilên gelerî û bi alên rengin qada pîrozbahiyê xemilandin.
Pîrozbahiyê deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdan destpê kir. Piştî wê li ser navê meclisa gel a Wargehê Filiz Budak axivî. Budak di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya vê rojê ji gelê kurd re.
Bi bernameyek dewlemend pîrozbahî domiya. Ji koma govendê a Şengalê govend hate pêşkêşkirin. Herwiha 2 hunermendên mêvan stranên xwe yê gelerî û şoreşgerî coş dane pîrozbahiyê. Di dawî de bi gerandina xelekên dîlanê şahî bi dawî bû.