SILÊMANÎ – Ciwanên Silêmaniyeyê bi mûnasebeta salvegera damezrandina PKK bi meşaleyan damezrandina PKK pîroz kirin.
Ciwanên Başûr ên beşdarî pîrozbahiyê bûn ev tişt gotin: “PKK jîyana azade, hêvîye ji bo gelê Kurd û mîrovahî yê. PKK şerkirinê ye, îradeya Apoyîye, tola hemû jinên bindest e. Têkoşîna Tola Kurdistanêye. Di nava vê sîstema qirêj de Kurdbuyîn û însanbuyîna me dide nasîn. Ji bona vê yekê jî em hazirin ku li derdora PKK xwe bikin xelekên agir. Dîsa em bi tekoşîna PKK ya 46 salade gihaştin qonaxa fiziki azadîya Rêber APO û Kurdistanekî azad. Divê pêvajoyê de ji Rêber APO silav girtin ji bo me dibe sedema bin sîwana PKK de mezinkirina tekoşînê û şerkirinê. Em soz didin kû divê tekoşîn û şerê heye de emê wek Ciwanên silêmanî cîhê xwe têde bigrin û bersiva kû PKK tû carî têk naçe bidin dijminê a faşîst dagirker dewleta tirk û hevkarên wan îxanetçi KDP. Mûnasebetê em carekedin damezrandina partîya xwe di serîde li Rêber APO û şehîdan, Gerillayên Azadîya Kurdistan, girtîyên zindana ,li dayîkên şehîdan û hemû gelê xwe yî welatparêz pîroz dikin.”
Piştî daxûyanîye Ciwanên Silêmaniyeyê li dora agir li ser dîroka, tekoşîna û şerê PKK de nîqaş meşandin, govend gerandin û bi duruşmayên “Bijî Serok APO”, “Bijî PKK”, “Jin Jîyan Azadî” û “Bijî Gerîlla” çalakîya xwe berdewam kirin.