NAVENDA NÛÇEYAN – Li sê metropolên Elmanyayê Frankfûrt, Dresden û Stuttgartê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) tevî qedexeyê dewleta Elmanya, roja damezrandina PKK pîroz kirin. Li her bajarên çalakiyên cuda yên wekî semînerek li Frankfurtê, daliqandina ala PKK li Dresdenê û xwepêşandanek li Stuttgartê hatin organîzekirin.
Li bajarê Frankfûrt Ciwanên Şoreşger û ciwanên xwendekar 46’emîn salvegera PKK’ê bi çalakiyekê bi coş pîroz kirin. Di çalakiya ku bi dehan ciwan amade bûn de, li ser wate û girîngiya PKK’ê axaftin hatin kirin û sînevîzyona taybet a ku dîroka partiyê nîşan dide jî hate pêşkêşkirin. Ciwanên ku di çalakiyê de bi dîlanên xwe coşa xwe anîn ziman gelek caran bê navber siloganên “Bijî PKK”, “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Ciwanên Kurdistanî yên li bajarê Dresden tevî qedexeya PKK’ê ya dewleta Elman 46. Salvegera PKK jî Rêber APO, Şehîdan, Têkoşerên Azadiyê û gelên Welatparêz bi daliqandina ala PKK’ê li ser pira Dresden pîroz kirin.
Li bajarê Stûttgartê de meşa ciwanên bi meşale û fîşekên hewayî de bê navber dirûşmeyên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Ciwan Fedayî Rêber APO Ne” hatin qîrîn. Piştî meşê li ser navê ciwanan Mem Botan daxuyanî da û diyar kir ku ew jî weke ciwanên endamên TCŞ’ê şopa rêya şehîdên bibin û avakirina PKK’ê li hemû gelê Kurd û welatparêzan pîroz kirin û axaftina xwe bi “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî biserbikevin” dawî kir.
DRESDEN
STÛTTGART