MEXMÛR – Tevgera Ciwanên Mexmûr, Jinên ciwan ên Mexmûr û Yekîtiya Xwendekarên Azad ji bo salvegera 46’min a avakirina Partiya Karkerên Kurdistan li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûr di çend rojên borî de rêzeçalakî lidar xistin. Roja 27’ê mijdarê di nava rojê de, ciwanan di nava tax û kolanên wargehê bi dahol û sloganên “cejna vejînê li Rêber pîroz be” coş dane wargehê.
Bi dirûşmeya “bi germahiya silavên Rojê 47’emîn sala PKK’ê li mirovahiye pîroz be” cejna vejine hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya de, bi sedan gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî cejna vejînê pîroz kirin. Pîrozbahî li navenda Çand û Hûner a wargehê, bi beşdariya bi girseya gel û ciwan bi coş û moralekî mezin pêk hat. Bi cilên gerîla, cilên gelerî û bi alên rengin Gelê Wargehê qada pîrozbahiyê xemilandin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo rihê Şehîdan destpê kir. Piştî wê li ser navê meclisa gel a Wargehê Filiz Budak axivî. Budak di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya vê rojê. Bi bernameyek dewlemend pîrozbahî domiya. Ji koma govendê a Şengalê govend hate pêşkêşkirin. Herwiha 2 hunermendên mêvan stranên xwe yê gelerî û şoreşgerî coş dane pîrozbahiyê. Di dawî de bi gerandina xelekên dîlanê şahî bi dawî bû.Roja 28’ê mijdarê Yekîtiya Xwendekarên Azad li Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşa meşaleyî salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz kirin. Ciwanan di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.Ciwanan di meşê de bi dirêjiya 150 metre ala mezin a PKK’ê çêkir.