NAVENDA NUÇEYAN- Hêzên hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew têkbirina êrişên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) didomînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çete çekên navîn û giran, balafirên bêmirov û bi hezaran çekdarên “terorîst” bi kar tînin.
Li aliyê din, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam 2 êrişên xwekuj pêk anîn û di encamê de ew derbasî derdora taxên Hemdaniye û Heleb El Cedîde yên bajarê Helebê bûn.
Ji berbanga 27’ê Mijdarê ve, heta niha 255 kes hatine kuştin.