NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî da û li dijî êrîşên li ser Rojava bang li hemû ciwanan kir ku dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst wê ne tenê êrîşî Helebê bike, li dijî hemû destkeftiyên Rojava jî xwedî planeke êrîşê ye.
Daxuyanî wiha ye;
“Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên faşîst ên girêdayî wê yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din diqîrin: Serketî yê vî şerî wê berxwedana gelan be.
Şerê ku li Rojhilata Navîn berdewam dike ji bo berjewendiyên emperyalîstan jiyana hemû gelên herêmê xera dike û nirxên mirovatiyê binpê dike. Ev şerê bi xwîn ê li Sûriyeyê parçeyek ji planên faşîst ên li dijî têkoşîna gelan a ji bo yekîtî û azadiyê ye. Lê belê em ciwan li hemberî vê fermana qirêj serî natewînin!
EM Ê KOLETÎ QEBÛL NEKIN, EM Ê PÊŞENGTIYA ŞER BIKIN
Yekane çareseriya şer mezinkirina xweparastina gel e. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zihniyeteke dijminê azadî û destkeftiyên şoreşgerî yên gelê Kurd tevdigerin. Ji holê rakirina vê zîhniyetê erkek li ser milê ciwan û jinên ciwan e. Em ê li dijî êrîşên dagirker ên tirsonek pêşengiya berxwedanê bikin û ala azadî û edaletê bilind bikin!
GEL Û AXA ME XETA ME SOR IN
Me weke Tevgera Ciwanên Şoreşger sond xwar ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin. Di vê rêyê de em ê bi îdeolojiya Rêber APO û lehengiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger şer berfireh bikin û faşîzmê hilweşînin. Em ê van êrîşên faşîst û zîhniyeta ku wê têkoşînê li hemû cîhanê berfireh bike tune bikin.
BI HIŞMENDIYA PARASTINA CEVHERÎ VE DEMA ÇALAKIYAN E
Me bi cesareta ciwanan û pêşengiya jinan şoreşa Rojava bi dest xist. Me çeteyên barbar ên mîna DAIŞ’ê îmha kirin û li dijî dewleta Tirk a dagirker destana berxwedanê nivîsandin. Niha em li ber serketineke mezintir in. Dem dema vejandina ruhê şoreşgerî û daliqandina ala rizgariya gel e!
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava wê ne tenê li Helebê sînordar be, wê tevahiya herêmê û têkoşîna azadiyê ya gelan bike hedef. Ev êrîş di çarçoveya plana têkbirina vîn û şoreşa gelê Kurd de ye. Lê belê dîrok nîşan daye ku her carê bi berxwedana rêxistinbûyî ya gel û ciwanan faşîzm têk çû. Îro dora me ye ku em vê erka dîrokî bi cih bînin.
Weke ciwanên Ewropayê em li ku bin bila bibin dengê gelê xwe ne. Divê em dakevin qadan û têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin û hevkariya dewletên bêdeng ji cîhanê re ragihînin. Berpirsiyariya parastina van xakên ku bi berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, li ser milê me hemûyan e.
Êdî dema derketina kolanan, mezinkirina berxwedanê û parastina azadiyê ye! Ji bo faşîzmê li her derê rawestîne em çalakiyan li dar bixin!”