HAMBÛRG – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê meşek li dar xist. Di çalakiyê de bang li ciwanan hate kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li herêmê bisekinin. Ciwanan di çalakiyên xwe de bal kişandin ser mezinkirina berxwedanê.
‘EM Ê FAŞÎZMÊ TEKBIBIN’
Di meşê de wiha hat gotin: “Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger bi îdeolojiya Rêber APO û lehengiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger şer bikin û faşîzmê hilweşînin. Me bi cesareta ciwanan û pêşengiya jinan şoreşa Rojava bi dest xist. Me çeteyên barbar ên mîna DAIŞ’ê îmha kirin û li dijî dewleta Tirk a dagirker destana berxwedanê nivîsandin. Niha em li ber serkeftinek mezintir in.”
TCŞ’ê diyar kir ku êrîşan îradeya gelê Kurd û şoreşa Rojava hedef digire û got, “Dîrok nîşan daye ku faşîzm bi berxwedana rêxistinbûyî ya gelan têk çû. Îro dora me ye ku em vê erka dîrokî bi cih bînin.”
“DEM DEMA BILINDKIRINA BERXWEDANÊ Û DERKETINA KOLANAN E”
Di meşê de bang li ciwanan hat kirin ku dakevin qadan û gotin: “Divê em dakevin qadan û têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin û hevpariya dewletên bêdeng ji cîhanê re ragihînin. Berpirsiyariya parastina van xakên ku bi berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, li ser milê me hemûyan e. Niha dema derketina kolanan, mezinkirina berxwedanê û parastina azadiyê ye.”
Di tevahiya meşê de ciwanan bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok APO” û “Bijî Kurdistan” berz kirin. Di çalakiyê de komeke bi girtina rê li trafîkê bertekên xwe anîn ziman. Meş bi dirûşmeyên coş ên ciwanan bi dawî bû.