NAVENDA NÛÇEYAN – Bûyerên li Bakur-Rojavayê Sûriyeyê bi lez û bez mezin dibin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst rewşa alozî ji bo belavkirina agahiyên derew bi kar tîne. Bi êrîşa çeteyên dewleta Tirk a Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) û Artêşa Suriyeya Azad (ASA) ya li ser Helebê, Til Rifatê û Şehbayê dijmin dest bi belavkirina agahiyên sexte dike. Belavkirina nûçeyên sexte beşek bingehîn a şerê taybet e.
Dewleta Tirk bi dehan sal bi vî rengî, taybetî dema teng dibe, taktîka propagandaya derewan bikar tîne. Dewleta Tirk dixwaze bi vê şerê psîkolojîk êrîşê berxwedana Rojava bike. Medyaya Tirk a faşîst û hesabên di bin kontrola Tirkiyê de ne ser medyaya sanal wekî Twitter, Facebook wêne û vîdyoyên sexte belav dikin. Herî dawî îdîayên derew derbarê QSD ji Şêx Meqsûd vekişiyaye belav kiribûn. Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Ferhad Şamî di vî warî de ev tişt got: “Hêzên QSD ji bajarê Şêx Meqsûd venekişiyan e.” Her wiha li ser hesabên Twîtter û Facebookê ji bo morala gelê Kurd qels bike wêneyên DAIŞê yên demên kevn tên belavkirin.
Ji ber ku gelek aktîvîstên mafên mirovan hişyariyê ku heman tişta ku li Efrînê qewimî (wek qirkirina li ser gelê herêmê) wê li Helebê jî bibe, çete yên girêdayî dewleta Tirk hewl didin jiyana gel li Helebê wek aram, mîna ku li wir şer nîne bi wêneyên saxte nîşan didin. Di înternetê de gelek rojnamevan û medya li dijî propagandaya derewên dewleta Tirk hişyariyê dikin. Propagandaya derewîn her tim rasterast ji aliyê hesabên Tirk ên faşîst ve nayê parvekirin, hesabên bi çeteyên wekî ASA û HTŞ’ê re jî girêdayî ne ji agahiyên derew bi kar tînin.