TÎCÎNO – Li bajarê Tîcîno yê Swîsreyê, ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker û hevkarên wê yên li ser Rojava daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê TCŞ’ê Hêvîdar Dîlok daxuyanî da û diyar kir ku ew ê hemû axa Kurdistanê biparêzin û destnîşan kir ku ew ê weke Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşên dagirkeriyê bin.
Di çalakiyê de alên Rêber APO, alên PKK, KCK, YPG, YPJ û pankarta “Rojava biparêzin, Dagirkeriyê Nehêle” hatin vekirin.
Bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” û “Terorîst Tirkiye” êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin protestokirin.