BORDOX – Êrîşên li Rojava yên bi pêşengiya TCŞ û CDK’ê li bajarê Bordeaûx ê Fransayê hatin protestokirin.
Kurdistanî li meydana Place de la Pourse li hev civiyan û li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava daxuyaniyek dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniya çapemeniyê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Di daxuyaniya bi zimanê Fransî ya piştî kêliya bêdengiyê de hate gotin ku dewleta Tirk a faşîst bi çeteyên barbar ên di bin kontrola xwe de hewl dide plana êrîş û qirkirinê ya beriya niha bi DAIŞ’ê re neqedandiye pêk bîne. Hat destnîşankirin ku li dijî van êrîşên ku destkeftiyên bi şoreşa Rojava bi dest xistine û mafê jiyana azad a demokratîk a gelan hedef digirin, bilindkirina hevgirtinê erkeke bingehîn e.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
“Di dawiya daxuyaniyê de ez bang li gelê Kurd û gelên li Ewropayê dijîn li dijî vê zîhniyeta hovane ya ku êrîşî Rojava dike û hewl dide Şoreşa Jinê tasfiye bike, li dijî êrîşên terorê yên qirkirinê bi ruhê Kobanê herin qadên. Li dijî dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava, bi çalakiyan û bi ruhê seferberiyê ji bo hevgirtina Rêveberiya Xweser banga seferberiyê dikin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Faşîst Tirkiye, Faşîst Erdogan”, “Rojava ne bi tenê ye”, “Bijî Berxwedana YPG” bi dawî bû.