STUTTGART – Êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên destekê dide wan ên li dijî Heleb û Rojava, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Lautenschlagerstaße hatin cem hev, heta Rotebûhlplatzê meşiyan û li wir daxuyanî dan.
Di meşa ku bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê de hat kirin, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Stûttgartê, komên Elman û gelek welatî beşdar bûn.
Polîsên Elman dem bi dem bi berzkirina dirûşmeyan hewl dan korteja meşê asteng bikin. Lê girse meşa xwe berdewam kir.
Di meşa ku alên YPJ/YPG’ê û pankartên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin hilgirtin, girseya gel gelek caran bi dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedane Rojava” û “Bijî Hevgirtina Gelan” bi Almanî û Kurdî Şoreşa Rojava silav kirin.
Piştî meşa ku bi dirûşmeyan heta Rotebûhlplatzê berdewam kir, nûnerên Rêxistinên Girseyî a Demokratîk li qadê daxuyanî dan.
Nûnerê PYD’ê yê Rojava Abdîn Reşît berxwedana gel û hêzên Rojava silav kir û spasiya beşdaran kir.
Reşît bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan, bêdengiya civaka navneteweyî rexne kir.
Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li pişt êrîşên li dijî Rojava ye û bal hat kişandin ser têkiliya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em bang li we dikin ku ruhê Kobanê hembêz bikin û li her derê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê yên li ser Rojava rabin ser piyan. Dixwazin bi êrîşên bi armanca dorpêçkirin û dagirkeriyê, hemû destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibin.
Hedefa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên barbar jiyana hevpar a azad û demokratîk a hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelê Kurd e. Armanc ew e ku gelên herêmê bi îradeya xwe xwe bi rêve bibin. Ev êrîşa ku li ber çavên cîhanê dewam dike, bi erêkirina hêzên navneteweyî tê kirin. Ev pêla êrîşan, ku dê bandorê li tevahiya Sûriyê bike, armanc dike ku tişta ku DAIŞ şikestî nekarî bike temam bike.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana YPG” bi dawî bû.