DÊRÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di 1’ê Kanûnê bi daxuyaniyekî nivîskî banga hemû ciwanên herêmê kirin ku ji bo bersiva êrîşên li ser Helebê beşdarî şer li dijî dagirkeriyê bibin.
Duh bi şev 13 xort û jinên ciwanên Dêrîkê ragihandin ku tevlî seferberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan dibin û wê bi rihê parastina cewherî beşdarî şerê li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê bibin.
Ji aliyê ciwanan ve ev peyam hat dayîn:
“Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşmeya “Parastin mafê me yê herî xwezayî ye” li dijî êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk li ser gelê me yê Heleb û Şehba seferberiyekî ragihandin. Em wek ciwan tekoşîna xwe mezin dikin, em ji bo her tiştî amade ne û emê heya dawî parastina welat bikin. Em banga hemû ciwanan dikin ku tevlî seferberiya ji bo cenga azadiyê bibin. “