NAVENDA NUÇEYAN- Ji ber şert û mercên şer ên Rojavayê Kurdistanê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan banga seferberiyê kiribû. Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li Kantona Firatê jî banga seferberiyê ji gel û ciwanan re kir.
Daxuyaniya Ciwanên Şoreşger jî bi merasîmekê destpê kir û ji aliyê Hîla Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Heleb û Şehbayê gelê me bi awayek hovane tê qirkirin. Di serî de em berxwedana Hêza Parastinê silav dikin. Weke diyar e şerê me şerekî hêsan nîne. Li ser vî esasî pêwîste weke ciwanên Kobanê em jî çeka xwe rakin û bibin seferber.
Li ku derê êrîş pêk were, em ê li wê derê helwesta xwe raber bikin û dewleta Tirk têk bibin. Tevgera Azadiyê ev 50 sal in bênavber berxwe dide. Em jî wekî ciwanên ji Dêrîkê heta Şehbayê, em amade ne ku bibin seferber û tola şehîdan rakin. Em bang ji hemû ciwanan re dikin bila rabin ser piyan û tevlî nav refên HPC Ciwan bibin.”