Mexmûr- Ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, piştî meşa ku îro li Mexmûrê li dijî êrîşên qîrkirinê li ser Heleb û Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin, nêrînên xwe parve kirin û rola ciwanan nirxandin.
Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan Mexmûrê Sîpan Yaman digot: ‘Em hemû dizanin ku li pişt çeteyan ku êrîş dikin dewleta tirk heye. Armanc ev e, ku destkeftiyên ku bi saya xwîna pakrewanan hatin ava kirin birûxînin. Ji ber vê yeke divê her ciwanê Kurd, her ciwanê şoreşger, her ciwan ku xwe bi fikira Rêbertî zana kir sekna pêwîst nîsan bike. Li kudere dibe bila bibe, pêwiste ciwanên Kurd xwe li hember êrîşên ku li ser axa Kurdistanê tên meşandin berpirsiyar bibînin û ji bo vala derxistina van êrîşan bikevin tevgerê.’
Endama Jinên Ciwan ên Mexmûre Kajîn Ozek wiha nirxand:
‘Dîvê ciwan li her derê bi rihe Gerila ku di çiya de şer dikin û bi rihe fedayiyên demê Şehîd Asya û Şehîd Rojger tevbigerin û hêza xwe li hember êrîşên hov ên qîrker nîşan bikin. Her derî pêwistê ciwan di nava seferberiyê de bin û rola xwe yê pêşengtî bilîzin.’