NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da diyar kirin ku yekîneyên Wan di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” de êvara 2’ê Kanûnê li Taxa Erek a Wanê li dijî wesayîteke zirxî çalakiyek li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekîneyên me yên YCWK’a Wan’ê êvara 2’ê Kanûnê li Taxa Erek a Wanê li dijî wesayîteke zirxî çalakiyek li dar xistin. Yekîneyên me demeke dirêj ketina polîsan li taxê girtin û bi polîsan re ketin pevçûnê. Yekîneyên me li wesayîta zirxî ya polîsan xistin û dagirker ji qadê derxistin. Ev çalakî li dijî êrîşên li ser gelê Kurd ên li Rojava û Bakur pêk hat. Divê gelê me di bin pêşengiya ciwanan de mafê xwe yê parastina rewa li her qadê bi kar bîne û bi awayekî aktîf beşdarî Şerê Gel ê Şoreşger bibe. Ciwanên Kurdistanê wê weke her car rola xwe ya pêşeng bilîzin.”