NAVENDA NUÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şedadê bi daxuyaniyek hevbeş ku li Baxçeyê Rêber APO yê li bajarê Şedadê dan bersîv dan banga seferberiyê. Ciwanan di daxuyaniyê de dan diyar kirin ku tevlî seferberiya giştî dibin.
Daxuyanî ji aliyê Eymen El Ebdullah ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin “Ciwanên şoreşger ji bo parastina û destkeftiyên şoreşgerê û parastina herêmê ji hewldanên guhertina demografî û qirkirina çand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dimeşîne piştgiriyê didin QSDˈê. Em tevlêbûna xwe ya nava QSDˈê radighînin. Em soz didin em ê têkoşîna li gorî ramanên Rêber APO û pîvanê şerê gel ê şoreşger bidomînin.”
Saziya Gaziyên Şer a bajarê Şedadê jî der barê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan û endamên Kongra Star li pêşiya Baxçeyê Rêber APO hate dayîn.
Hesen El Subhî daxuyanî xwend diyar kir ku gaziyên şer piştgiriyê didin koçberên Efrîn û Şehbayê û amade ne destkeftiyên herêmê biparêzin. Herw hiha piştgiriya gaziyan a bi berxwedana QSD û YPJˈê re nîşan da.
Subhî vekişandina hêzên hikumeta Şamê ya bêyî berxwedanê ji Helebê û bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.
Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê hewl dide Osmaniya nû ava bike û herêmê veguherîne qada terorê.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li koçberên Efrîn, Şehba, Heleb û Hemayê hat kirin ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin.
Li bajarên Qamişlo û Hesekê jî ji aliyê TEV-DEMˈê daxuyaniyên cuda hatin dayîn.