HESEKÊ- Li dijî êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li ser herêmê, di 1’ê Kanûna 2024’an de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberiya giştî hate ragihandin.
Di heman demê de ji bo pêşî li komkujiyeke muhtemel a li ser gelê Şehba bê girtin, gel ji 2’ê Kanûnê ve li herêmên Rêveberiya Xweser tên bicihkirin. Yek ji van herêman bajarê Hesekê ye. Li bajarê Hesekê ku di 4’ê Kanûnê de bi cîhkirina gel hatin destpêkirin, gelê Hesekê ji bo cih û stargehan ji şêniyên Şehba û Efrînê yên koçber re peyda bikin, di nava seferberiyê de ne. Di vê çarçoveyê de weke Ajansa Nûçe Ciwan me nêrînên endamên meclisa bajarê Hesekê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a têkildarî rewşa heyî wergirtin.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ebdulrezak Hemû Ebû Zeyd diyar kir ku ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin û wiha berdewam kir, “Em xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin. Ev der axa me ye, me axa kesî dagir nekir.” .
Ebû Zeyd diyar kir ku çeteyên ku niha êrîş dikin DAIŞ in û got, “Çawa ku me DAIŞ qedand, em ê jî wan biqedînin. Yê ku DAIŞ afirandiye zîhniyeta Erdogan e. Em ê Erdogan jî biqedînin. Weke gelê Kurd, em gelên demokratîk û bi rûmet in. Em li ser şopa şehîdên xwe ne û em ê gelê xwe biparêzin.” wî
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Seher Ehmed jî diyar kir ku weke gelê Cizîrê deriyên wan ji gelê koçber re heta dawiyê vekirî ye û got, “Em bi şervanên xwe yên li eniyên şer re ne, dilê me bi wan re ye. Ev der wek Suryan, Erep, Ermen axa me hemûyan e, deriyê me heta dawî hemû kesan re vekiriye.”
Endamê Komîteya Parastinê ya Meclîsa Hesekê Ehmed Rifat bi şermezarkirina êrîşan dest bi axaftina xwe kir û got, “Em li kêleka hêza xwe ya leşkerî ne. Em niha ji bo gelê xwe alîkariyê kom dikin. Me weke Komîteya Xweparastinê ya Mecllîsa Hesekê ji bo koçberan kon vekir û em wan bi cih dikin û wan diparêzin.”
Rifat diyar kir ku divê ciwan tevlî hêzên Erka Xweparastinê bibin û got, “Roj roja berxwedana li dijî êrîşên hovane yên li ser gelê me ye, roja parastina ax û gelê xwe ye.”