STUTTGART – Jinên ciwan ên endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) li dijî êrîşên Rojava li kargeha çekan a li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin û pankart daliqandin.
Jinên ciwan pankarta bi nivîsa “Keine Waffen für Erdogans kriege Hände weg von Rojava” (Ji Erdogan re çek tune, ji Rojava derkeve) li ser têla ewlehiyê ya şîrketa çekan a ThyssenKrupp ku bi dewleta Tirk a faşîst re hevkariyê dike, daliqandin û gotin ku şîrketa çekan a ThyssenKrupp ji êrîşên Rojava berpirsyar e.
Jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê jî daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin, “Bi saya piştgiriya şîrketên çekan ên Elman, Tirkiye li herêmê êrîşên îmhayê yên leşkerî pêk tîne.”
Daxuyanî wiha ye;
“Em li dijî ThyssenKrupp ku yek ji mezintirîn çekan dide Tirkiyeyê radiwestin. Tirkiye bi salan e bi hevkariya çeteyên milîsên îslamî di êrîş û qetlîamên li Rojava de roleke girîng dilîze. Bi saya piştgiriya şirketên çekan ên Almanyayê, Tirkiye dikare li dijî herêmê êrîşên îmhayê yên leşkerî pêk bîne. ThyssenKrupp û kompanyayên din ên Alman rasterast ji êşên li Rojava berpirsyar in. Bêyî çek û teknolojiya van şîrketan, ne mimkûn bû ku Tirkiye êrîşeke bi vî rengî li dijî Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji ber vê yekê em bang li kesên ku ji vê îmhayê sûd werdigirin dikin ku li hemberî raya giştî bisekinin. Di van şeran de rola pargîdaniyên mîna ThyssenKrupp divê bi zelalî were eşkere kirin û berpirsiyar were girtin.”