NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) berî kêliyekî têkildarî derbasbûna hêzên xwe di nava bajarê Dêrazor û herêmên din ên ku berî di bin kontrolê hikumetê Şamê de bûn daxuyaniyekî nivîskî weşand. HSD diyar kir ku armancê wê parastina gelê herêmê ji komên çeteyên dagirkeriyê Tirk û DAIŞ’ê ye.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ji gelê me û raya giştî re
Pêşketinên ku li Sûriyê diqewimin, ewlekariya gelê me yê Dêrezorê dixin bin metirsiyê. Bi taybet komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê dîsa li çolistana Dêrazorê çalak in. Li gorî vê yekê û ji bo parastina gelê xwe, şervanên me yên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê li bajarê Dêrazorê û rojavayê Firatê bi cih bûne. Armanca me bi vê pêşketinê parastina gelê xwe ye. Ji ber vê yekê em ê vê wezîfeya dîrokî bi hemû hêza xwe pêk bînin. Em ji dil spasiyên xwe pêşkêşî hemû gelê xwe dikin ku pêşwazî li me kirin û bi her awayî alîkariya me kirin. Divê hemû gelê me li dora şervanên me kom bibe û li hemberî hemû êrîşan mil bi mil axa xwe biparêzin.
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê
6 Kanûn 2024”