NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Stêrka Ciwan ku her meh bi taybetî ji bo ciwanên Welatparêz û Enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn derdikeve, vê mehê bi şîara “Bi Rihe Fedaî Emê Serbikevin” di hejmara xwe ya 259. de bi xwendevanên xwe re hat bal hev.
Kovara Stêrka Ciwan ku yek ji weşana herî demdirêj a ciwanên Kurd li Ewropayê ye; Di hejmara Kanûnê de bi giranî gotarên bi zimanên kurdî û almanî hatine nivîsandin.
Di beşa Kurdî ya kovarê de beşa “Rêber APO”; Axaftina Rêber APO ya di sala 1998’an de bi sernavê “Di PKK’ê de jiyan heye ne mirin heye” heye.
Di beşa Almanî de, beşek ji pirtûka Rêber APO ya bi navê “Pirsgirêka Kesayetiyê li Kurdistanê û Taybetmendiyên Milta Şoreşger û Jiyana Partî” cih girtiye.
Perspektîfên koordînasyonên rêxistinên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo ciwan û jinên ciwan hatine nivîsandin jî di vê hejmara kovarê de cih digirin.
Di beşa bîranînê ya kovarê de, nameyên çalakiya fedayî ya Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn ku di 23’ê Cotmeha 2024’an de li Enqereyê li dijî kampusa TUSAŞ’ê çalakiya fedayî pêk anîne cih digirin.
Di beşa çandê ya hejmara 259’an de gotinên sirûda “Em ê Qadane” ku ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve ji bo mîtînga 16’ê Mijdarê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li bajarê Koln ê Elmanyayê hate çêkirin, cih digire.