MINBIC- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbicê, serkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Dêrezorê û gelek herêmên din, û her wiha derbasbûna hêzên QSD`ê li herêma Dêrezorê, li Minbicê bi meşa seyareyan pîroz kirin.
Ciwanên Ereb ên bi alên Rêber APO, QSD û Rêxistinên Ciwanan di destên xwe de û bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Dêrazorê, Bijî Berxwedana QSD, Bijî Serok APO” li li nava bajêr de geriyan, berxwedana hêzên QSD’ê a parastina gel û axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, silav kirin.