TÛBÎNGEN – Li bajarê Tûbîngen ê Elmanyayê bi pêşengiya jinên ciwan ên endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ji bo balê bikişîne ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava pankart hate vekirin.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên di bin serweriya wê ya li ser Rojava û Sûriyeyê de, jinên ciwan ala PKK’ê û “Freiheit für Rojava, Frieden in Kurdistan” (Azadî ji Rojava re, aştî ji Kurdistanê re) li Tübingen li ser pira asmanî hildan, bi meşaleyan pankartek daliqandin.