BOLOGNA – Li bajarê Bolonya yê Îtalyayê, ciwanên enternasyonalîst li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî w, yên li ser Rojava, Kurdistan û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xistin.
Beriya çalakiyê ji bo welatiyên ku di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ziyan dîtine, ji bo Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî hatin komkirin. Di çalakiyê de der barê êrîşên li dijî Rojava de broşurên agahdarkirinê hatin belavkirin.
Di axaftina li Salona Çalakiyê ya Avesta Xabur de wiha hat gotin; Bertekên li hemberî bêdengiya saziyên navneteweyî yên li hemberî êrîşan û nezanîna çapemeniya Îtalyayê ya ji geşedanan hatin nîşandan.
Her wiha di detayên axaftinê de ev tişt hatin gotin: “Ji 27’ê Mijdarê û vir ve Sûriye dîsa bûye navenda şer. Rêxistinên çekdar ên cîhadî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên fînansekirin, ji bo rûxandina rejîma Esed li başûr bi pêş ve diçin, li rojhilat jî pêşve diçin û Rêveberiya Xweser a Rojava, ku tekane ezmûna demokratîk a rastîn li tevahiya Rojhilata Navîn e, dixe xeterê. Li dijî êrîşên li ser Şoreşa Rojava ku şoreşeke demokratîk a li ser bingeha wekheviya zayendî û jiyana hevbeş a aştiyane ya çand, ziman û nasnameyan e; Îro divê em li vê odeya ku navê şervana Kurd a YPJ’ê Avesta Xabur e ku di sala 2018’an de di berxwedana Efrînê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şehîd bû, gotina xwe ya dawî bêjin.”
Piştî çalakiyê bi meşaleyan dirûşmên “ROJAVA BIPARÊZE” û “ANTIFASCISM IS DEFENDİNG ROJAVA, AGAINST ISLAMIC FUNDAMENTALISM AND TURKISH FASCISM, ALL EYES ON SYRIA (Antifaşizm, li dijî Îslamiya tundrew û li dijî faşîzma Tirkan diparêzin.)” hatin vekirin.