FRANKFURT – Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Ciwanan piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê alên YPG û YPJ’ê vekirin û bi zimanên Kurdî û Elmanî daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê TCŞ’ê Mazlûm Hessen daxuyanî da û bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên li ser Rojava li her qadê têkoşînê mezin bikin.
Li ser navê TekoJIN Felek Mêrdîn xwend.
Di daxuyaniya ku di metna hevpar de cih girt, hate destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca tinekirina Şoreşa Rojava pêk tên.
Piştî daxuyaniyê ciwanan bi qîrîna dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Serok APO” dawî li çalakiya xwe anîn.