NAVENDA NUÇEYAN- Ji dûh (7 Kanûn) ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji rojava, başûr û bakur ve bi balafirên keşfê û çekên giran êrişî zêdetirî 20 gundên Minbicê kirin. Êrişên dijwar ên ku duh heta derengiya şevê dom kirin, ji aliyê şervanên meclisên leşkerî yên Minbic û Tebqayê ve hatin têk birin û gelek çete hatin kuştin.
Îro ji saetên serê sibehê ve jî topbarana çeteyan li ser gundên Çat, Toxar û Deriç yên bakaurê Minbicê didome.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe didin û bersên xurt didin dagirkeran. Heta niha hewildanên çeteyan ên dagirkirina gundan ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Babê hatine têkbirin.
Şervanan seyareyek çeteyên dewleta Tirk a dagirker, teqandin. Her wiha di bersivdayînê de bi dehan kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne.
WELATÎ BIRÎNDAR BÛN
Di topbaran çeteyan a li ser gundê Cib Mexzom de welatiya bi navê Fetome El Mihemed (23) û li gundê Ceblet El Hemra welatiyê bi navê Berekat Ebduselam (48) birîndar bûn.
Artêşa dagirker û çeteyên wê niha gundên Çat, Toxar û Deriç yên girêdayî Minbicê bi awayekî dijwar topbaran dikirin. Li dijî êrişan şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersivên tund didin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kiribû ku êrîş ji aliyê odeyeke hevbeş a efserên artêşa dagirker û çeteyên wê ve tên birêvebirin.
LI BAJAR TEDBÎR HATIN ZÊDEKIRIN
Li hundirê bajarê Minbicê jî li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ku ketine nava liv û tevegerê, operasyon tên meşandin, tedbîrên ewlekariyê derketine asta jor.