ÎTALYA – Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, jinên ciwan ên enternasyonalîst ên li Îtalyayê semînerên danasîna Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya Rêber APO li dar xistin. Çalakî û çalakiyên jinên ciwan wê sibe jî dewam bikin.
Jinên ciwan yekemîn semînera xwe li herêma Campania ya li başûrê Îtalyayê li dar xistin. Di semînerê de Paradîgmaya Azadiya Jinê ya Rêber APO, Konfederalîzma Demokratîk û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava hatin nîqaşkirin. Li ser mijarên diyarkirî bi ciwanan re nîqaş hatin kirin. Hat destnîşankirin ku çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn berdewam dike paradîgmaya Rêber APO ye.
Semînera duyemîn li Napolê hat lidarxistin. Ciwan li Villa Medusa ku navenda civakê ya Napolî ye li hev civiyan û rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn nirxandin. Di semînerê de bal hat kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û qirker ên li ser çar parçeyên Kurdistanê û hate destnîşankirin ku divê ev êrîş bi dawî bibin.
Ciwanên anarşîst û marksîst-lenînîst ên herêma Îskra ya girêdayî bajarê Napolê beşdarî semînerê bûn. Di dawiya semînerê de ciwanên enternasyonalîst bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Rojava’ êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Li Zanîngeha Salernoyê bi beşdariya rêxistina xwendekaran LINK Fisciano û mamoste G. Avallone, A. Teti û G. Truda bi sernavên dîroka Rojhilata Navîn, ekolojî û polîtîkayên zayendî semînerek hat lidarxistin. Di nîqaşên li vir hatin kirin de bal hat kişandin ser pergala Konfederalîzma Demokratîk a Rêber APO.
Semînerên ku ji aliyê jinên ciwan ên enternasyonalîst ve ji bo pêşxistina fikir û felsefeya Rêber APO tên organîzekirin, wê îro jî berdewam bikin.