Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li dijî xaka Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Şervanên Tabûra Şehîd Serkan, ragihandin ku ew ji bo parastina şoreşê di eniyan de cih digirin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk a faşîst li ser krîz û hewirdora şer a li Sûriyeyê xwe xwedî dike û hat gotin ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser sînorên Rojava giran kiriye. Di dewama daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şervan li eniyan berxwedaneke mezin raber dikin û wiha hat gotin, “Mîna ku tê zanîn êrîşên ku li Helebê destpê kirin, didomin. Şerê ku li Helebê bi pêşengiya HTS’ê destpê kir, belavî herêma Şamê bû. Şer bi awayekî dijwar didome. Bi vî şerî re xwestin krîza li Sûriyeyê belav bibe. Dewleta Tirk a faşîst bi gef û êrîşên xwe yên di nava van şert û mercên krîzê de dixwaze şoreşa Rojava têk bibe û tine bike. Dixwaze Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tasfiye bike. Em li dijî van hemû êrîşan li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin.”
‘WERIN EM BI HEV RE LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ LI BER XWE BIDIN’
Şervanan bang li tevahiya gelên cîhanê kirin ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin û ev tişt hatin gotin, “Weke şervanên Tabûra Şehîd Serkan; Em li Minbic, Tebqa, Til Temir û li hemû eniyan cih digirin û em li ber xwe didin. Li van hemû enî û çeperan şerê dijwar dewam dikin. Em li hemû eniyan e û em ê rê nedin dewleta Tirk a faşîst ku bihosteke xaka me dagir bike. Em bang li hemû karker û gelên bindest dikin. Em di vê pêvajoyê de bibin yek. Werin em bi hev re axa xwe, şoreşa xwe û azadiya xwe li dijî dagirkerî, mêtingerî û faşîzmê biparêzin. Ji ber ku şoreşa Rojava hêviya gelên bindest e. Hêviya gelên Rojhilata Navîn e. Werin em weke hemû gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî faşîzm û mêtingeriyê li qadên şoreşê li ber xwe bidin û şer bikin. Em ê li dijî faşîzm, dagirkerî û mêtingeriyê heta nefesa xwe ya dawiyê şer bikin. Em ê nehêlin mêtinger û dagirker xaka me dagir bikin. Em ê li ber xwe bidin, em ê şer bikin û em ê bi ser bikevin.”