BEHDÎNAN- Endamê Komîteya Navendî Ya PKK Nedim Seven, di çerçoveya hevdîtina ku bi Rêber APO re hatiye kirin, erîşên çeteyên dewlata Tirk a dagirker û divê tekoşîna ciwanan divê pêvajoyê de çawa be ji Ajansa Nuçe Ciwan re nirxandin kir.
Seven di axaftina xwe de da diyar kir ku “Ew dem ne dema gilî, gazinc û bang kirina hêzên netew dewlet û yek destên wane. Ew dem, dema ji hêza xwe zêdetir bawer bûyînê ye. Ji quwet, qudret û cesareta Rêber APO, îdeolojî û siyaseta wî û rêxistina wî û taktîkên xwe yên leşkerî em bawer bin û ji xwe re esas bigrin. “
Her wiha Seven di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên ciwana a li dijî kayum pêş dikevin û bi vî rengî nirxand: “Em nabêjin bila daxuyanî nedin, lê belê çanda me ya daxuyaniyan nîne. Çanda me çanda çalakiyane. Ciwan gerek wisa bin. Mirov xwe bigire bişidîne; aliyê felsefîk, îdeolojîk, siyasî, rêxistinî. Wê çaxê ciwan jî rola xwe bileyîze. Lê na, ew ji derkevin wek partiyên legal ya dewleta tirk, wan teqlît bikin, ewê rê nedin. 2 kes derdikevin kolanê, 100 polîs derdora wan de ne. Em hemû çapemeniyê temaşe dikin. Em xwe rêxistin bikin û bêjin 100 hezar kes derkevin, wê demê kes nikare pêşiya vê bigire.”
Axaftina giştî Endamê Komîteya Navendî Ya PKK Nedim Seven wiha ye:
Piştê demek dirêj di encama tekoşînekê mezin de bi Rêber APO re hevdîtin çêbû. Lê tecrîd hîn jî berdewame. Wateya vê hevdîtinê û girîngiya wê hûn çawa dinirxînin? Nêzikatî û tekoşîna divê li gorî vê çawa be?
Tekoşîna Rêber APO li hember sîstema qirker, mêtînger kû îşkence ku lê tê kirin û berxwedana wî ya bêhempa em slav dikin. Ew 26 salin di bin tecrîdekê şidandî ya pergala komkujiyê de tê girtin. Ew 44 mehbûn têkilî tunebû. Herî dawî di 23’ê Cotmehê 2024’an de Omer Ocalan çû û serdana Rêbertî kir. Ji Serokatî me peyamek kurt ser rêya çapemenî girt. We jî anî ser ziman; Tecrîd berdewam dike, nehatiye şikandin. Lê belê gerek bê zanîn ku ew pêngavek stratejîke ji bo me. Agahî ji Serokatî girtin, aliyê ewlehî agahî jê girtin, aliyê tenduristî agahî jê girtin, dîsa dengê wî gihandina hemû azadîxwazan, tekoşeran, berxwedêran ji bo mîlîtanên kadroyên PKK’ê û PAJK’ê û hemû ku di nav sîstema KCK de têdikoşin, ji bo me cihê serbilindi ye. Silavekê stratejik û dîrokî ye. Ne tenê hestiyarî, aliyê îdeolojîk û siyasî jî û aliyê tekoşîn û berxwedana mezin ya Rêber APO de jî ew slav ji bo me bû moral û coş. Gelê me jî bersiv da. Lê belê mirov gerek wiha binirxîne ku tekoşînekê mezin di pêşengtiya PKK-PAJK’ê û gerîlayên Kurdistanê de tê meşandin. Taybetî van 2 salên dawî bi pêngava dostên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareserkirina pirsgireka Kurd gavên esas wekê emrekê di 1’ê Cotmehê 2023 de Şehîd Erdal û Şehîd Rojhat avêtin; çûn di dilê Enqerê de çalakiya fedayî kirin. Ew bûn emrek. Bi çalakiya dostên Kurdistanê, ew pêngav di pêşengiya wan de tê meşandin, derdora vê de jî xebat û tekoşînek bê navber, hem li Kurdistanê hem li derveyê Kurdistanê, li zindanan, li çiyayan, hemû cihên ku tekoşer lê ne hat meşandin. Bi dostên Enternasyonalîst ku bi 74 koman vê pêngavê dan destpêkirin, xwendevanên Rêber APO, şopdarên Rêber APO, yên ku felsefe, sosyolojî û azadî, nirxên demokrasî û sosyalîzmê ya Netewa Demokratîk qebul kirine, hindirîn kirine û pê re dimeşin, pê re jiyan dikin. Bi encama vê pêngavê û pêngava tekoşîna şoreşger û fedayî yên Kurdistanê ya 26 salan ve rêya hevdîtînek hat vekirin. Hîn jî hemû peyamên Rêber APO negehiştine me. Li ser rêya çapemeniyê tenê hevokek ku hatiye gotin gihişt me. Ew jî helwesta dîrokî ya Rêber APO, rola Rêber APO ya pêşengiya 52 salan misoger kiriye. Ew jî çi bû? Rêber APO gotiye; eger hiquqî û siyasî bingehek were dayîn, hêza min ya teorîk û pratîk heye ku ez rola xwe bileyzim. Ew girînge, helwesta Serokatî zelale. Lê belê di pêvajoyên wekî ve de, bi taybetî ya 93’an de lêgerînên Serokatî çêbûn. Çima ’93? Vê demê pêvajoyên agirbestê çêbûn. Piştî komploya navnetewî jî bi taybetî di pergala Îmraliyê de Serokatî fikir û ramanên xwe yên stratejîk wek pergalekê ekolojîk, demokratîk û azadiya jin bi taybetî gihand Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê. Biryarbûna xwe danî ku çareseriya pirsgirêkê rêya danûstandinê ye, demokrasî ye, çanda demokrasî, rêya civaka exlaqî û polîtîke. Lê 22 salên rêveberiya AKP-MHP, niha desthilatdariya faşîst ya demkî, bi hemû dek û dolaban vê pêvajoyê pûç kirin. 24’ê Tîrmehê 2015 de bi sedan caran balafir bi tûndî êrişî Herêmên Parastin yên Medya kirin. Piştre qada siyasî ya legal, jin, ciwan, birokrat, memûr û hemû ku di sîstema demokratîk legal de xebat dikin heta niha bêbandor kirin. Bi konseptekê nû ji bo dagir kirina Başûrê Kurdistanê vê rêveberiya faşîst a dagirker, metînger AKP-MHP bersiva vê pêvajoyê da. Ew heta niha jî berdewame. Hûn dizanin di serî de Herêmên Parastinên Medya, hemû qadên wê, nav vê pêvajoyê de dagirkirna wan an jî êrîş li wir çêbûn. Dîsa dagirkirina Efrîn, dagirkirina Girê Spî, dagirkirina Serêkaniyê, êrîşên li ser gelê Êzîdî ya qedîm ya Şengalê ku bi fermanan re rû bi rû maye, êrîşên ser xelkê Başûrê Kurdistanê. Bi taybetî cihên wek Mexmûrê ku axa xwe berdane û 30 salên berxwe didin, gelek berdêlên giran hatin dayîn. Xûn tê rijandin li hemû eniyan de. Bê pîvan suîkast li ser Kadro, Welatparêz û hevalan hatin kirin. Li ti qanûn û hiquqên û yasayên şer de jî tune ye – ji xwe di şer de qanûn nema ye. Lê belê ti exlaq jî di vê pêvajoyê de nema. Ev bû 9 sal, çû sala 10’emin. 30’ê Cotmehê 2014’an de dewleta tirk civîna ewlehiya netewî girt û di vê civînê de biryar girt. Navê biryarê çok şikandin bû. Li ser vê projeyê gav avêtinekê tund û tijî destpêkir. Ew heya niha berdewame. Lê şoreşgerên Kurdistanê bi pêşengtiya PKK û PAJK’ê û taybetî gerîlayên fedaîyên Kurdistanê gavên xweparastinê li hemû deverên şoreşê, li welat û derveyê welat bi berxwedanekê mezin û pêngavên dîrokî avêtin. Di dawî de ew konsept şikandin. Di encama vê tekoşînê de slavên Serokatî ji me re hatin. Bi tekoşînê ew gav hat qezenc kirin. Pêwiste xelkê Kurdistanê, dostên şoreşa Kurdistanê, ciwan, jinên ku dilxwezên şoreşa Kurdistanê ne wiha fêm bikin. Ne ku bi banga Bahçeli çêbûye. Bahçeli konseptekê dewletê ye û AKP-MHP eynî ne. Mêjiyê wan wî di siyasta hundir û derve de ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Em gerek wiha fêm bikin. Pêngava xwedî derketina Rêber APO ya bi tekoşîna salan, di encamê de pêngava 2 salên dawî, di pêşengiya Şehîd Rûken û Şehîd Sara, di Îlona 2022, bi pêşengiya Şehîd Erdal û Şehîd Rojhat, herî dawî jî fedaiyên herî mezin, aliyê siyasî, leşkerî û îdeolojîk temsîliyeta demê û emrê demê pêktînin, Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlîn vê gavê dan qezenc kirin. Esasî ew gav encama wan fedayiyane ye. Sedan fedayî tekoşîna ku li Herêmên Parastina Medya wekî Zap, wekî Avaşîn, wekê Metîna; niha jî berdewam dike di şertên herî zehmet de, derfetên herî bê avantaj de, zivistan û havîn, payîz û bihar, di hemû demsalan de şerekê mezin hat didin meşandin. Li hemû eyaletên Bakûrê Kurdistanê, di erdnîgariyên wê de ji Amed, Xerzan heya Dêrsîmê Şehadet hatin dayîn. Li Rojavayê Kurdistanê bi sedan Şehadet hatin dayîn. Di encama wan berxwedanan de hevdîtinek bi Serokatî re çêbû. Lê tecrîd nehatiye şikandin. Wateya wê ewe ku em tekoşîn bikin. Tekoşîna me di encamê de derfetên Serokatî yên tenduristî, ewlehî û azadiya fîzîkî wê misoger bike. Ew ji bo me hêze, ji bo me cesarete û morale. Em dikarim wiha bejim ku konsepta dewleta tirk bi rêveberiya AKP-MHP a dagirker û metînger hat şikandin. Însiyatîf edî ya me ye. Gelek cihan de însiyatîf hatibû girtin lê însiyatîf dîsa hat girtin. Ew konsept, ew siyaset, ew têkilî û danûstendinên qirêj yên hegemon û emperyalîst hemû têk çûn, ew serkeftineke. Em dikarim vê bejim. Berxwedana Rêber APO dîsa slav dikin.
Ew hevdîtin di pêvajoyekê krîtîk de pêkhat. Dewlet xwest vê wekê qaşo pêvajoya çareserî ya 2013-2015 bide nîşandan lê belê di heman demê de siyaseta qirkirinê û şerê taybet hîn berdewam dike. Mirov vê dikare çawa pênase bike? Çi hişt ku kesayetek wekî Bahçelî bangaweziyek wiha bike? Mirov vê yekê çawa fêm bike?
Bingeha tekoşîna gelan hertim bi azadî û demokrasiyê re neqişî ye. Dîrok vê îspat kiriye; zilm winda dike û tê şikandin û mazlum her serdikevin. Eger heq û neheqî werin pîvandin, di encamê de tekoşîna yên mafdar, yên heqîqetê û legerînên heqîqetê her serdikevin. Dibe ku rêbazên tekoşînê werin guhertin. Mirov dikare wiha bêje ku di dîroka nêz de – dema Osmaniyan jî di nav de – Kurd û gelên Anatolyayê mil bi mil tekoşîn dan meşandin û jiyan kirin. Lê belê di dawî de ew siyaseta înkar û îmha ya pantûranîzm, panîslamîzm û pantirkîzm, ango red kirina nasnameya gelên din, bû sedema qetlîamekê mezin di pêvajoya şerê cihanê de. 1914-1920 qetlîyamekê mezin li ser gelê Ermenî hat kirin, gelekê ji Rojhilata Navîn e. Behsa qirkirina 1,5 milyon însanan dikin. Her wiha, ji ber ku di aliyê olî de cuda bûn, Asûrî û Keldanî ji cihên wan kirin. Di esas de qetliyame, zîhniyeta wan di vê erdnigariyê de, di Kurdistanê de nema. Gelên ku li vir jiyan dikin, her wiha gelê Rum û Kurdên wê demê bi hezaran salan li gel hîlala zêrîn, navbera Toros-Zagrosan de ber avên Firat, Dicle û Zapê jiyan kirin. Xwediyê virin. Yê din jî ji derve dagir kirin. Her çiqas yên ji derve hatine û dagir kirine jî ew mil bi mil bi çandekî gelêrî, çandekî ku qebûl dike û bi xwe re dide jiyan kirin, çanda xwezayê, çanda axê û çanda avê ve gelên heyî bi hevre jiyan dikin. Baweriya wan çi be, aliyê olî, aliyê fikir û raman û aliyê siyasî. Kurdistan jî maluvanî ji wan re dikin, xizmet dikin. Di xelkê vir de, di çanda Kurdistanî de heye. Dîrokê de jî heye, hat îspat kirin. Her tiştê hevbeş, hevpar dikirin. Baweriya wan cuda jî be, xwarina wan yek bû, danûstandina wan yek bû, berhem anîna wan yek bû. Hemû mijaran de di jiyanê de bi hev re jiyan dikirin. Cudahiya wan yê çandî hebû, yê hûnerî hebû, lê exlaq yek bû. Kê vê xerab kir? Dagirkerî xerab kir, zilm xerab kir, zihniyeta înkar û îmha xerab kir. Bi pêvajoya avakirina netew-dewletan wane derbasî Rojhilata Navîn bûn. Bi taybetî piştî şerê cîhanê yê yekemîn wekî Tirkiye, Sûrî, Iraq, Urdun. Di pêvajoya 1912-1925’an de li herêmê netew-dewlet hatine avakirin. Ji wan netew-dewletan komara Tirkiye jî li ser înkar kirina Kurdan hatiye ava kirin. Di destûra bingehîn ya 1921 de jî heye, em dewlet wek desthilat û zalim dibînin, lê dewlet jî be di vê dewletê de Kurd û Tirk hebûn. Meclîsa yekem jî wisa kombûbû. Lê piştre tûranîzm û pantirkîzm serwer bû – înkar kirin jî feraseta ittihat û terrakî ya Enver, Cemal Paşa-. Ew têgeh serwer bûn û ew têgeh bûn bingeha komara kemalîst ya ku tirkan ava kir. 1923 şunde, 29 Cotmehê 1923, komara tirkiye ser esasê tirkîtiyê hat ava kirin. Ji wê şunda jî înkar û îmha ye. Gelê Kurd hat înkar û îmha kirin. Hemberê vê tekoşîn hat meşandin, tê zanîn, serhildan çêbûn. Serhildanên Şêx Seîd, ya Seîd Riza, yê Koçgirî, ya Agirî gelek serhildan çêbûn. Di hemû serhildanan de jî qetliam hatin kirin. Pêşengên serhildanan jî hatin winda kirin, cihê gorên wan jî nehiştin. Xûn hat rijandin. PKK jî ji wan hemûyan tecrûbe derxist. Rêxistinek bi ciddîyet hem demê û hem jî dîrokê dixwîne dîrokê rast xwend, di pêşengiya Rêber APO de rast tehlîl kir, teoriya wê, îdeolojiya wê, siyaseta wê, grubên wê, partiya wê û artêşa wê avakir. Gihişt wê astê ku êdî hemberê wê înkarê, wê faşîzmê, dagirkeriyê, wê metingeriyê tekoşînek were meşandin. Ji bo ku ew guhertin çêbibe. Di vê tekoşînê de, em ji 1923 ve bigrin, niha 2024 e, ev 101 salin ew pergal berdewam dike. Hemû serhildan bi îdam bi dawî bûne, bi komkujî bi dawî bûne. Serhildana herî mezin ya 52 salan bi pêşengiya Rêber APO û Şehîdên mezin yên Kurdistanê tê meşandin, ji wan hemû dek û dolabên dîrokê encam derxist; nekarîn vê serhiildana dawî têkbibin. Têknebirin, encama vê têknebirinê de jî siyasetên wan hemû têkçûn. Di pêvajoya komploya navnetewî de jî çend caran suîkast çêbûn, parêznameyan de heye. Rêber APO bi xwe ji îfade dike; Gladîo 1, Gladîo 2, Gladîo 3, pêvajoya Gladîo ya herî mezin komploya navnetewî ye. Encamê de her ji bo belav kirina Rêberan, belav kirina tevgerên azadiyê, demokrasî û tevgerên Kurdistanî bûn. Serokatî dibeje komkujî bi îdam kirina Şêx Seîd ve destpêdike. Ango 15’ê Sibatê 1925. 15’ê Sibatê 1999 de jî Rêber APO radestê dagirkeran kirin, ji bo ku îmha bikin. Armanc çi bû? Rêber APO îmha bikin û PKK di nav 6 mehan de belavbikin. Encam negirt. Diyalektîka Rêber APO jî nekaribûn fêm bikin an jî nekaribûn hemberê vê tekoşîn bikin. PKK wek yê din difikirîn lê ne wisa bû. Ji hemû pêvajoyên dîrokî encam derxistibû. Gelê Kurdistanê jî bi hemû dilê xwe, xûna xwe, canê xwe û malê xwe ve li gel şoreşê bû. Niha jî wiha ye. Pergal jî pêşket û encamê de plansaziya wan pûç bû, hemû têkçû. Têkçûn; nijadperestê tirk jî, lîberalê wê jî, muhafazakarê wê jî, îslamîstê wê jî, sosyal-lîberalê wê jî; ango yên ku li ser nijadperestî difikirin, olperestî difikirin, ilimperestî difikirin, ew fikir û raman hemû têkçûn. Sembola têkçûna wan jî Devlet Bahçeli ye. Kî MHP ava kiriye? Alpaslan Turkeş ava kiriye. Di salên 1960’an de Alparslan Turkeş endamê Gladîo yê NATO ye. Generalên endamên Gladîo dema 1960’an de derbe pêk anîn yek ji wan jî ew bû ku çû Amerîka û perwerde dît. Piştre ser vê bingehê bernameya MHP di bingehê de li ser înkar kirina gelan, netewan, nêrînan danîn. Demekê ji bo Kurdan digotin Kurd nînin û digotin dema li ser berfê meşiyane denge lingan kart-kurt çêbûye ji ber vê gotine Kurd. Teoriyên pir vala vala di encamê de digihejin vir. Di xûna Şehîdên vê sedsalê de, bi taybet 1960’an şunde, ew 50 salin, hemûyan de destê vê partiyê (MHP) heye. Xûna şoreşgeran de, demokratan de, welatparêzan de, Kurdên welatparêz û sosyalîst; hemû destê wan tê de heye. Ew têgehe. Ew têgehê ku dibeje Kurd nînin, yên ku li Tirkiyê jiyan dikin û nasname û hemwelatiya wan heye hemû tirkin. Ango herkes tenê tirke; Ermenî jî, Kurd jî, Ereb jî, Sûriyanî jî Keldanî jî; wisa. Ew partî, ew têgeh hatiye vê astê ku dibêje – nêrînek şermok jî be – ji bo Kurdan dibeje em birayên hev in û ji bo Rêber Apo jî dibejin ku Abdullah Ocalan were li meclisê de baxive. Çawa ji wê derê hatin heta vê derê? Ew qezencekê mezine, pergala wan şikest. Ew têgeh şikest. Bi hezaran berdêl, bi milyonan însan pê texrîp bûn. Ew nayê vê maneyê ku êdî sedî sed ewê rastiyê pêk bînin. Ji ber ku li tirkiyê de di her tiştê de dek û dolab hene. Wan ji bo berjewendiyên ticarî pêktînin, ji bo danûstendinên xwe yên siyasî, ji bo pêvajoyên demkî, ji bo hilbijartinan; taybet koma Tayîp Erdogan ji bo berjewendiyên desthilatdariya xwe. Feraseta Tayip Erdogan ewe. Ji bo ku desthilatdarî ji destê wî dernekeve berhemên gelên Kurdistanê û Tirkiyê, navê PKK herkesê re reş bikin, pûç bikin, têkbibin tenê ji bo ku ew desthilatê de bimîne. Bi vê têgehê re em tekoşîn dikin. Îcar ew têge rabe, îtraf bike, bêje bila Rêber APO were meclîsê de baxife. Di vê mijarê de gelek xapandin heye, ew cuda. Lê şikestinek heye, ew serkeftinek ya gelê Kurdistanê ye. Rêber APO vê dibeje. Girînge, bê guman Feqet gelek tiştên şilo tên gotin. Divê mirov hişiyar be, rasterast tiştan neyne ziman. Temaşe bike. Ji ber ku li tirkiyê di siyaseta hundirîn her tişt derve tê gotin. Esas ewe. Lê belê di milek din de jî bi konjonkturel şerekê cîhanê yê sêyemîn tê kirin. Ji şerê kendavê vir ve ew şer di rojevê de ye. Rêber APO digot: Bi radest kirina min a tirkiyê û birina Saddam ve ew destpêkir. Yanî netew-dewlet bi Saddam re bi dawî bû; sîstema netew-dewlet diheje, bersiv nade, rola xwe naleyze di aliyê mafê gelan de. Ji ber ku cihê ku dewlet heye hîn pirsgirêk lê heye, desthilatî heye, xûn heye. Dizî heye, talan heye bê hiquqî heye. Ji bo vê jî – rastî jî wiha ye – Rêber APO hemberê vê pergala heyî ya hegemonîst, netew-dewlet, olperest alternatîfek bû. Fikir û ramanên wî hebûn. Ew jî Rêber APO tecrîd kirin ji bo ku ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Ew şer wisa destpêkir. Piştre cur bi cur, bi navê bihara ereban, li Libyayê, Tunusê, Yemenê, aniha li Sûriyê, Afghanîstan, Iraq, wan cihan dagirkirin bi şer û pevçûnan. Eger were bîra we Serokatî dibêje mezhebcîtî û malbatgerî-nijadperestî pêşdixin, pêşxistine. Niha Iraq çawaye? Desthilatdariya li wir istiqrar tê de heye an na? Kirine 3 beş; Şî ne, Sunnî ne, Kurdin. Ev Demokrasiye niha? Li Iraq pergalek federal û demokrasî çêbûn? Na Demokrasî nîne. Ew plansaziyên desthilatdariyên siyaseta Amerîka, Îngîlîz û Îsarîl in. Hemberê ew siyaseta wan siyaseta alternatîf ya Rêber APO hebû; siyaseta xeta seyemîn. Wekê din netew dewlet hebûn. Siyaseta Rêber APO ji wan re bû asteng. Ji bona vê Rêber APO tecrîd kirin. Bala xwe bidin ew şer şerekê îdeolojîke. Ne tenê pevçûnên leşkerî ne. Dîqat bikin, ew 2 sal zêdetir şerê Ukaryna û Rusyayê heye, cîhan hemû di dora vê bazirganî dike; çek û cebilxane, teqemenî û pere, sermaye û fînans-kapîtal. Her tişt pê re tê û diçe. Welatên Ewropa, yên Amerîka, heya Asya, hemû parzemînan de welat jê bandor dibin. Mijar şerê Ukaryna û Rusya tenê nîne. Bingeha vê şerê îdeolojîke. Ne wekê şerê cîhanê yekemîne ne jî wekê şerê cîhanê duyemîne. Mînak parzemîn ji hev tên guhertin. 7ê Cotmehê 2023 de, êrîşa Hamas ser çeperên Îsraîl, bû dagir kirina Filîstînê, niha jî êrîşa Îsraîl ser Hizbullah, Hamas û gelê Filîstînê û dagir kirina Îsraîlê ya çeperên nû yên Lûbnanê, ew îspatê şerê ya perçe perçe ye ku firehtir dibe. Wan rojan de jî dixwezin Sûrî dîsa di rojevê de bihêlin. Dewleta tirk jî wan valatiyan hemû mêze dike. Bi tekoşîna heyî sîstema dewleta tirk ya gel ya netew-dewlet jî têk diçe. Ango eger dewleta tirk vê pêvajoya heyî de di nijadperestî de, olperestî de an jî di destûra bingehîn ya komara kemalîst de an jî wek niha di senteza tirk-îslamî berdewam bike û di vê de israr bike, dewleta tirk jî wê têk biçe. Ji vê jî ditirsin, ew jî heye. Ne ku Îsraîl were wan dagir bike. Em pirsek bikim; Daîş derket, kê derxist? Çawa derket? Du; Daîş heya vê demê êrişê her derê kiriye tenê êrişê 2 hêzan nekiriye. Ew jî dewleta tirk û Îsarîlin. Eger Daîş têkçûbe bi pêşengiya fedakariya welatparêzên Kurdistanê YPG û YPJ û hêzên QSD, bi tekoşîna wan têk çû. Eger ew nebûya di vê parzemînê de Daîş têk nediçû. Ew bi xwe jî dibejin; ew pêlav sor yên PKK nebûna Daîş têk nediçû. Daîş yek îsraîlî hedef girtiye? An ji yekê tirk? Na. Ew mijara; Îsraîl tirkiyê dagir bike derewe. Tirkiyê pêwiste xwe biguhere. Eger xwe neguhere wek herêm Kurdistan firehe; Rojhilate, Bakûre, Başûre, Rojavaye. Dînamîka PKK-PAJK’ê di dinyayê de binecih bûye, enternasyonalîzm di xeta Rêber APO de di gelên gerdûnî de ji dinyayê re mal bûye. Ciwan û jinên Apocî hemû di dinyayê de pêşengtî ya sereke dikin. Êdî pêwiste dewleta tirk di vir de gav bavêje, eger neavêje, ew desthilatî wê têk biçe. Mijar ewe, ji bo ku were fêm kirin. Feqet gelek caran em mêze dikin gelek nivîskar makale dinivîsin, li sertelevîzyonan daxivin, di malperan de daxivin, her roj şîrove dikin. Yên ku qala peyvek Serokatî û PKK nekirine wek pispor derketine Televîzyon û çapemeniyê? Sedî 99 ji wan derewin. Em vê bizanibin. Mirov gerek heqîqetê bigere. Heqîqet çi ye? Were ji PKK’yiyan bipirse, ji Serok bipirse. Madem tu dixwazî fêm bikî, nas bikî, çima tu şiroveyên derew dikî? Şerekê di çapemeniyê de jî heye mirov bi vê şiyar be, rîske. Tirkiyê de di çapemeniya dewletê, jê re çapemeniya havuz tê gotin, bi her awayê dezenformasyon, ango derew kirin, xapandin û bi her awayê derewên li dijî heqîqeta tekoşînê heye; mirov gerek baldar be. Lê belê tekoşîna di pêşengiya Rêber APO, gerîlayên Kurdistanê, fedayiyên Kurdistanê û bi taybetî – dîrok wê binivîse û niha ve hatiye nivîsandin – çalakiya vê dawî bi pêşengiya Hevala Asya Alî û Hevalê Rojger Hêlîn ve; çalakiyekê aliyê îdeolojîk, leşkerî, siyasî û armanc û hedef girtin hemû sîstema dewleta tirk – ez her tiştê tevgera azadiyê hakîmim – vala derxistiye. Tu kîjan aliyê de lê binêrî ew siyaset têk çû. Ew jî êdî ditirsin û dibejin; eger ew hebin pêwîste em guhertinekê çêbikin. Em wan hevalan jî slav dikin bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Ji bo me emrê demê ye wekê kadro milîtanên PKK-PAJK’ê. Şîrovê pir tên kirin, feqet siyaset tenê li ser çapemenî nayê kirin. Lê belê çapemenî gerek heqîqeta rast ji gelan re beje. Ji ber ku faşîzm û metîngerî herî zêde bi rêya çapemenî operasyonên ku mejiyên mirovan diguherin çêdikin. Wir de jî divê mirov hişiyar be. Mînak malperin, rojname ne, televizyonin. Raste rast gorê ku herkes çi got mirov tevnegere. Pêşengiya vê şoreşê de yên ku ked, yên ku nirx didin; mînak wekê welatparêz, ciwan, dilxwazên tevgera azadî, hereketa Apocî, pêwiste li daxuyaniyên hereketê binêrin, li nêrînên Rêber APO binêrin. Gerek ne li kesên ku li ser wan şîrove dikin binêrin. Siyaseta rast hûnê bibînin. Lê dijminê me îtîraf kir, têk çûn di siyaseta xwe de. Em bawerin wê gavên pêşerojê jî wê hîn baştir xizmeta gelê Kurdistanê, şoreşa Kurdistanê bikin.
Di 27’ê Mijdarê de çeteyên giredayî dewleta Tirk êrişek berfireh li ser Helebê, rojavayê Sûriyê û Herêmên bakûr rojhilatê Sûriyê yên rêveberiya xweser destpêkirin. Hêzên rejîmê jî nekaribûn heya niha li hemberî wan bisekînin. Di herêmê de rewşa kaosê berdewame. Ew çete û êrişên wan di encama çi de derketin holê?
Wekê me gotibû şerê cihanê ya seyemîn tê meşandin. Hilweşandina rejîmên li Yemen, Tunus û Libya jî pêvajoyên vê şerê ne. Her wiha erdnigariya Sûriyê jî perçeyek vê ye. Herwiha 2 salên dawî de li milê Ukrayna û Rusya de şer aktîf bû. Ew ji bo berjewendiyên sermayedar yên Rus, yên NATO û hegemonîstên heremê bû. Hin hene dibêjin şerê cîhanê yê seyemîn li Ukrayna destpêkiriyê – an li Îsraîl piştê 7’ê Cotmehê. Lê ew derewin, ne rastin. Pirsgirekên bingehîn ya Rojhilata Navîn ya sedsalê wekê pirsgireka polîtîk û netew pirsgirekên Filîstîn û Kurdistanê ne. Şerê cîhanê ya seyemîn berdewame. Carina şîdeta vê zêde dibe carina kêmtir dibe, carina bi rêbazên – wekê tê gotin – hîbrîd, carina rêbazên asîmetrîkin. Rêveberî û fermandariya me dinirxîne. Lê wekê PKK’yiyekê vê pêvajoyê nirxandin, di esasên xwe de di qeyranên ku di netew dewletan, qeyranên emperyalîzm û kapîtalîzmê de tên jiyan kirin sedema bingehîn neçareserkirina pirsgireka Kurd e. Niha Sûriyê ne îro navenda şer e, Sûrî 12 – 13 salin navende. Dema digotin bihara ereban – bihara gelan, yek jê li Sûrî destpêkiribû. Taybet van 2 salên dawî de Hamas, wekê rêxistinekê provakatîf bû sedema esas ya qetlîamên gelan. Îsraîl jî, bi nêrînekê sîyonîst, derveyê mirovahî, ango bi olperestî, bê pîvan qetlîam pêşxistin. Piştre jî di erdnigariya Lûbanê de, wekê şerê Hizbullah-Îsraîl, pêşket. Niha dibe ku agirbest dabin, lê ew agirbest jî demkî ne. Ewê her werin guhertin. Em dixwazim vê bejin; karakterê şerê cîhanê ya seyemîn pir nav hev de ne, îttîfak cur bi cur wê werin guhertin, îttîfak jî taktîkî ne, îttîfakên stratejîk; ser esasê demokrasî, azadî, pêşeroja mirovahiyê tê de misoger kirî, îttîfakên gelan in. Em werin pirsa esas. 27’ê Mijdarê şer derbasê erdê Sûriyê bû, lê şer li Sûriyê nesekinîbû. Her digotin li Astana de bi pêşengtiya Îran, Rusya û Tirkiyê pêvajoyek heye, Netewên Yekbûyî jî pêşengtî dikin. Di bin hin xalan agirbest berdewam bikin, hêzên garantor wekê koalîsyon li wir in. Lê ew li gorî berjewendiyên xwe ne. Li Astana jî, li Cenevre jî kî hene? Hêzên hegemonîst hene. Ji muxataban kes nîne. Hêzên hegemonîst li wir wekê muxatabên gelên Sûriyê didin nîşan dan. Ew jî şaşe. Ew bi serê xwe jî pirsgireke, ew jî wê têk biçe. Dibe ku navberek çêbûye piştî tundiya Daişê. Hemberî vê parastinekê mezin hat kirin, pêşengên vê jî fedaiyên şoreşa Kurdistanê; hêzên HPG, YJA-Star û li erdnigariya Rojavayê Kurdistanê û li Bakur Rojhilatê Sûriyê de hêzên YPG, YPJ û QSD bûn. Gelên Rojavayê Kurdistanê û gelên Sûriyê pêşiya vê şerê girtin, têk birin. Hin hêzên koalîsyonê jî bi wan re îttîfak avakirin, ji ber ku berjewendiyên wan di bin xeteriyê de bûn. Ew hêzên prvokatîf, ku ew (çete) avakiribûn, li hemberê wan derketin. 27’ê Mijdarê jî dîsa, pir eşkereye, xizmeta delweta tirk dike. Hemû plansaziya dewleta tirke. Çima? Ji ber ku ew roj em salvegera avakirina Partiya Karkerên Kurdistan pîroz dikin. PKK bi pêşengtiya Rêber APO guhertinên mezin di civaka Kurdistan, li Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cîhanê avakir. Dewleta tirk jî ji bo berjewendiyên xwe yên faşîst, piştê 2002 û bi taybet piştê 2015, bi desthilatdariya îttifaka faşîst AKP-MHP re, ji bo xeyalên wan yên Osmanî pêk werin, hemû gavên xwe avêtin. Li gorî pêkanîna Mîsakî mîllî ya Osmanî gavên şer yê “derveyê welatê xwe” avêtin. Ji bo vê jî manîdare ku çima di 27’ê Mijdarê de destpêkirine. Ew konsept û êrişên 9 salên dawî de, me anîbû ser ziman, hemû ji bo pêkanîna vê armancê ya sedsalê bû, ya mîsakî mîllî. Lê belê negihîştin armanca xwe, plansaziya wan têkçû. Niha jî demeke bi siyasetekê – ne ku mirov fêmnake û nikare jê derxine – ku rayagiştî dixapîne, şev û roj derewan dikin; bi daxûyaniyên Bahçeli, yên Erdogan û hwd. Stratejiya wan yê bingehîn di sînorên mîsakî mîllî de dagir kirina Heleb, Mûsil û Kerkûke. Ewe, ji vê gav şûnde ne avêtin e. Di sedsala komarê de – 2023 – nekarîbûn pêk bînin, salek li ser derbas bû. Vê carê jî dixwazin bi rêya çeteyên taşeron, bi taybet ew çeteyên ku hatin ava kirin dema şerê navbera hêzên demokratîk, şoreşger û Daîşê de. Wan ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn, birin Yemenê, birin Qeredaxê, birin Lîbyayê, anîn Herêmên Parastinên Medyayê. Jê re “devşirme” dibejin. Di bin navê muhaciriyê de di siyaseta navnetewî de sûd wergirtin, pereyên vê ji Yekitiya Ewropa girtin. Bi vê pereyê hemû çeteyan anîn û perwerde kirin. Êrişên 27’ê Mijdarê jî di esasê xwe de tasfiye kirina îradeya gelê Kurd, şoreşa Rojavayê Kurdistanê û ji nû ve jiyan kirina hêzên tund yên Daîş bûn. Cephet El Nusra ye, Heyet Tehrîr El Şam, navên cur bi cur li xwe dikin, di nav lîsteya terorê de ne. Hemû di siyaseta heyî de hêzên ku berjewendiyên wan li Rojhilata Navîn hene, desthilatdariya Sûriyê de guhertin û veguhertin di xwazin çêbikin û li gorî berjewendiyên NATO’yê hilweşînin; li ser vê esasê ew şer tê meşandin. Beriya 27’ê Mijdarê de jî hemû milan de êrişê Minbicê dikirin, çend caran êrişê sîstema xêr û bêrên Rojavayê Kurdistanê û bakûr rojhilatê Sûriyê kirin. Çi elaqeya çalakiya mezin ya fedaiyên mezin Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlîn bi Sûrî heye? Li navenda Enqerê navenda wan ya herî mezin ya leşkerî têk çû, ew jî hincetan digeriyan. Di nav wan hincetan de jî ew bû ku – di bin navê danûstandinan de – digotin; Beşar Esad çima nayê danûstandinan, wê danûstandin bikin. Ne tam bi nêrînên Rusya an Îran, li gorî berjewendiyên xwe yên netewî wekê ew bi nav dikin. Ser vê esasê bi hêzên Heyet Tehrir El Şam- HTŞ û îtîfakên wan û sedî sed ew (delweta tirk) fermandariyê bi xwe ji vê re dikin, ew bi xwe kordîne dikin. Ji xwe di medya dijîtal de bi dehan wêne derketine, dema tên dikevin Til Rifatê, ala Rusan dadixînin, dişewitînin û fermandarê wan jî tirkî daxive. Tirkiya İstabolî daxive. Ne tenê ew îspate; şev û roj di çapemeniya wan de jî diyare fermandariya vê herektê jî ew dikin. Piştre îtîrafên Bahçeli jî hene, axaftinên wî yên dawî çêbûn, anî ser ziman, digot; Heleb ya tirka bû, wê tirk bimîne û me ala tirkan li ser qela ya Helebê daliqandiye. Derveyê armanca xwe wana tiştek nekirine. Pragmatîk nêz dibin, gorê berjewendiyên xwe nêzik dibin. Ji ber vê ew şer ku niha hatiye gihiştiye Helebê, Şehbayê, ber bi sînorên Hamayê hatiye û diçe ber bi Şamê, armanca wan guhertina rejimê ye, têk birina wê ye. Di vê şerê de tirk gehiştine armanca xwe. Ewê çiqas berxwe bidin, bimînin, nemînin, şer û pevçûn çebûne; lê plansaziya dewleta tirkan de dagir kirina Helebê berê de hebû. Bi rêya wan hêzan dagir kir û esas bi piştgirî û îttîfaka wan re jî dixwaze îradeya gelê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, bakûr rojhilatê Sûriyê têk bibe. Hedef ewe; nav şer de ne, şer tê kirin. Ji ber şerê herî mezin li wir tê kirin. Li wê derê siyaseta Îsraîl ku di çeperên piştê de, di milê Şamê de lêdidin wisa piştgirî dide. Hêzên girêdayî Îranê wekî Hîzbullah, Haşdî Îran, ji Nebul Zahra bigire dest, ew jî reviyan çûn. Hêzên Rusya jî reviyan çûn. Yên ku ji aliyê koalîsyonê ve ji vê cihê berpirsiyar bûn ew bûn. Ango dewletên netewe yên hegemon çi kirin? Gelên herêmê, gelên Sûriyê ji qetliyamê re vekirî hiştin. Ew hemû ji vê qetlîamê berpirsiyarin, yê ku qetlîamê dike jî dewleta tirke. Niha şerek tê jiyan kirin, şer dijware. Armanca dewleta tirk sîstema Osmanî li gor modernîzma niha li Rojhilata Navîn de pêk bîne. Ew ê bikaribe wê pêk bîne an nekaribe, ew cuda. Lê em wiha difikirin – bila bê zanîn; ewê li tirkiyê bizivire. Siyaseta heyî ya berjewendiyên modernîteya kapîtalîst ku bingeha xwe ji Îngîlîstan, Emerîka û Îsraîl digire, di vê şerê de ku li Sûriyê tê meşandin, li Iraqê tê meşandin, dema vê şerê de zirar were berjewendiyên wan, ew ê li tirkiyê bizivire. Ango dawî li Enqerê bibe. Yanî em wisa difikirim ku dawiya desthilatdariya AKP-MHP li şerê Sûriyê de misoger bibe. Ango li bakûr Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de. Ji bona vê yekê bi diyalektîka rast ya Apociyan, ya PKK de; diyalektîka xwe parastin, diyalektîka parastina gelan, diyalektîka demokrasî û azadiyê pêşxistin, bi hêza xwe bawer, îttîfakên heyî jî mirov bigire ber çavan – guhertin di îttîfakan de hertim dikarin çêbibin – bê piştevaniya dewletekê, tenê bi hêza xwe, bi quweta xwe, cesareta xwe, bi taktîkên demê yên şerê gelê şoreşgerî ew civak wê were parastin. Helbet hinek manevra jî dibin, ew hemû şeran de heye hinek paş de dikişe, pêş de dikişe, dor dizivire ew manevra ne. Niha rejîm reviya çû, Rusya reviya çû, Îran reviya çû. Ew bejin emê Helebê dîsa bigirin, ew pir zêde niqaş û şîrove vedike. Em bejin şiroveyên wekê ewê hêza xwe kom bikin dîsa werin; lê rewş hatiye guhertin. Rewşa beriya 27’ê Mijdarê û piştê 27’ê Mijdarê ne wek hev in. Koalîsyon wek berê nikare li wir bandorker be, bila ew jî bê zanîn. Ne Rusya, Îran ne jî koalîsyon, Emerîka, Îngîlîstan li ser Rojavayê Kurdistanê, bakûr rojhilatê Sûriyê nikarin wek berê bandor bikin. Rolek wan hebe li esas bandor ne ew bin. Li erdnigariya bakûr rojhilatê Sûriyê de, li Rojavayê Kurdistanê dehêzên demokrasî bi dewleta tirk re di şereke mezin de bin. Herkes ji vê re amade be. Niha jî di şer de ne. Heval gotin di şerê cîhanê seyemîn de navend bûye Sûrî. Lê mirov wekê di sedsala 20’emîn de nêzik nebe, wekê peymana Sykes-Picot. Erdnigariya Rojhilata Navîn ne wek berê ye. Kurd ne wek berê ne, Ereb ne wek berê ne, Fars ne wek berê ne. Nijadperestî lewaz bûye, olperestî lewaz bûye, zayendperestî lewaz bûye. Hêza demokrasî, çanda hilberînê pêşketiye. Eger mirov di vir de stratejîk, demdirej nêz nebe, mirov nikare bêje di şer de kîjan rê û rêbaz werin meşandin. Ji bona vê yekê hin şîrove jî hîn jê re lazimin. Lê rêxistina me di vê mijarê de xwediyê nêrînek zelale. Ji xwe em di şer de ne. Li Zapê dîsa propaganda dikirin; kîlît hat girtin, kîlît vebû, ew hemû propaganda ne. Siyaset tê meşandin. Ji 2016 pê ve siyaseta çok danînê dihat meşandin, ew têk çû, niha jî li ser Rojavayê Kurdistanê dixwazin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin. Vê eşkere jî dikin. Li ser xûna gelê Kurd û gelê Ereb dixwazin siyaseta xwe bimeşînin. Lê di sedsala 21’emîn de ew ne mumkune. Rewşa siyasî jî, rewşa leşkerî jî hatiye guhertin. Lê di esasê xwe de mirov vê stratejiyê de azadiya fîzîkî ya Rêber APO esas bigire. Noqteya ku çareseriya wan pirsgirekan kîlît dibin azadiya fîzîka ya Rêber APO ye. Parlamenterek – ez bawerim Swîsrî bû – jî vê gotibû. Ez wê slav dikim. Çepera esas jî parastina nirxên demokrasî û azadiyê ne. Parastina civakê ye. Niha hêzên Rusya, Îran xwe kişandine xeta Dêrazorê. Ewê li wir jî îxanet bikin. Hin dibejin dema Trump were di siyaseta Emerîka de guhertin çêbibe. Tiştek wisa nîne. Stratejiyek wan heye û ew di çarçoveya vê de tevdigerin. Dest ji Rojhilata Navîn bernadin. Berjewendiyên wan hene; av heye, xêr û bêr hene, korîdorên enerjî hene. Ew li gorê berjewenidyên xwe nêzik dibin, em jî li gorê berjewendiyên gelan û demokrasiyê bi awayekê esnek nêz bibin û gorê wan berjewendiyan têkîlî datînin. Dogmatîzm ne rêya çareseriya ne. Ew jî heye; niha berjewendiyên NATO û hêzên hegemon di dagirkirinê, zilm kirinê de hene. Ji ber vê tirkiyê re tiştek nabejin. Lê ew siyasete, ew bi vê rengê berdewam nake, bêgûman ew jî were guhertin. Em dixwazim vê jî li ser zêde bikim ku dawî wê di nav qesra Erdogan de be. Lê ji bo me ew jî heye; ne tenê di gotinê de, di pratîkê de jî em vana pêkbînin. Yê me berpirsiyarî ya şoreşgerî ye. Berpirsiyarî ya şoreşgerî – dîrok vê emir dike ji me re – di vê şerê de li Rojava, li Sûriyê, di hemû Rojhilata Navîn de ewe ku yekitiya gelan bi paradîgmaya Netewa Demokratîk, bi pergala Konfederalîzma Demokratîk – ku hemû gelan dikarin xwe îfade bikin – ser esasa demokrasî û azadiyê de em mîsoger bikin. Yek xalek ji bo me esase. Bêguman herkes di çeperên xwe de berxwe bide. Em bejna xwe li ber Şehîdan, Şehîdên dawî li Rojava ditewînin. Ji bo ku em xûna Şehîdan li erdê nehêlin divê em tekoşîn bikin. Bi tekoşîn û erkên demê pêkanînê em ê xwedî lê derkevin.
Ji bo çapemeniyê ji dixwezim bejim; ewqas derfetên me hene îro. Mînak di şerê Kobanê de – bi derfetên kêm – me her tişte deqik dibihîst. Şervanên çapemeniya azad bi berdêlên giran hemû gavên şoreşa Rojava ragihandin. Lê di vê pêvajoyê de ew 4 rojên destpêkê de – ji 27’ê Mijdarê heya 2’ê Kanûnê – çi bû çi nebû, bêdengiyek hebû. Çapemenî nabe ku ewqas pasîf be. Wekê rexne tînim ziman. Didu; ev nirx bi xûn hatina avakirin, hemû endamên çapemeniya azad jî qasî şervaneke tevgera azadiyê bikaribe bi dil û can xwe bigihîne wir. Bêguman siyaseta heyî jî pêşiya vê veke. Di wir de kêmayî çêbûn. Ez behsa biryaran nakim, behsa agahdarî dikim. Mînak şev û roj propagandaya şerê taybet heye. Niha zêdetirê 100 hezar însan muhacir dibin, koçber dibin. Organîze kirina vê bi tena serê xwe giraniyeke. Berdêlên giran tên dayîn. Aliyê manewî jî nirxandinek berfireh jê re pêwiste. Lê belê wê jî mirov temaşe dike; gilî gazincan, wekê hêvî ji netew dewletan, saziyên mafên mirovan, saziyên koçberan ku banga wan pêkbînin derdikeve holê. Em gerek baş fêm bikin ku tu hêz ji hêza gel mezintir nîne. Hêza te heye ku tu dikarî hêzêk organîze bikî ku sed hazaran mirovan bînin û bibin, tu pêwistiya te nîne ku emperyalîst, kapîtalîst û netew dewlet çar xwarinan û çar dermanan bidin te. Ne hewceye. Endamên çapemenî bila hestiyar nêzik nebin. Bila hevpêyvîn bikin, derdên mirovan guhdar bikin lê bila nebejin wiha tê kirin, wiha îşkence kirin u hwd. Ne hewceye, şere, dijmine, ewê bike. Dijmine! Dewleta tirk wiha nekir? JîTEM kir. Dibe welatparêzek hestên xwe bînin ser ziman. Lê ne 1-2 kesin. 100 hezar kesin. Şerê ku ew çete dikin, sibe du sibe emê şerê gelê şroeşgerî bikin, 4 hezar, 5 hezar kes wê Şehîd jî bikevin. Lê belê kadroyên çapemeniya azad, nûçevanên çapemeniya azad, bi taybetî ciwanên Apogerî ku di vê rêyê de dixebitin pêwiste xûnsar bin. Xûnsar li ser erkê xwe de biçin. Vê rêyê de Şehadet heye. Şehadetên mezin di her milê de jî hene; yê çapemenî jî, yê qada civakî jî, qada bîrdozî jî, yê qada jin jî, di hemû civakê de jî di vê oxirê de berdêl werin dayîn. Divê mirov xûnsar be. Ew dem ne dema gilî, gazinc û bang kirina hêzên netew dewlet û yek destên wane. Ew dem, dema hêza xwe bawer bûyînê , zêdetir bawer bûyînê ye. Ji quwet, qudret û cesareta Rêber APO, îdeolojî û siyaseta wî û rêxistina wî û taktîkên xwe yên leşkerî em bawer bin û ji xwe re esas bigrin. Lê belê çapemenî pêwiste hîn zûtir agahiyan bide; çi dikeve bin berjewendiyên gelan, çi nakeve? Divê wana diqat bike.
Di hilbijartinan û bersivên gel ji bo slavên Rêbertî de diyar bu ku ew siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk vala derketiye, şikestiye. Her wiha li Rojhilat Navîn û li Kurdistanê pêvajoyek tê jiyan kirin ku rewş pir zu tên guhertin. Gerek ciwanên Kurd di vê pêvajoyê de çawa tevbigerin ji bo ku zêdetir polîtikayên dijmin vala derxînin?
Rêber APO digot; eger ku hûn bikaribin xeta Serokatî temsîl bikin, di nav rojê de ger pêwîst be hûnê hezar car bifikirin û çil caran plansaziya xwe biguherin. Şoreşger ne dogmatîk in. Şoreşger ne fanatîk ni. Şoreşger di xeta Apogerî de xwe pijandiye, lêhûrbûn tê de kiriye, tê de bûye biryar, cesaret û jê feraset girtiye. Ew şoreşger divê diyalektîka guhertin û veguhertinê hertim bigire berçavan. Di rêgezan de tu carî divê tawîz neyê dayîn; rêgezên exlaqî ne, yên civakî ne, yên partîbûyînê ne. Di vana de tu car divê tawîz neyê dayîn. Ev rêgezin, ev pîvanên red û qebûl kirinê ne. Pîvanên red kirin û qebul kirin hene. Mînak di civaka exlaqî û polîtîk de û di lêgerîna heqîqeta vê de divê tawîz neyê dayîn. Ji bo vê kar kirin, heya dawî xizmet kirin û fedakarî kirin divê tu carî tawîz neyê dayîn. Ji bo vê, cur bi cur, di hemû beşên tekoşînê de mirov 24 seat tevlîbûna aliyê fikir, zikir û çalakî de tekoşîn bide meşandin. Hem şoreşa zîhnî, hem çalakiya wê hem jî di fikir de lêhûrbûn; ji wan rêgezan tawîz neyê dayîn. Lê belê danûstandin kirin, li gor siyaset û polîtîkayê ku tevgera azadiyê diyar dike, mirov vê 24 seat temaşe bike û di pratîkê de, cihê ku di xebite pratîze kirina vê derxîne holê. Ew ji bo xebatên giştî jî derbasdare û ji bo pêşengtiya ciwanan jî derbasdare. Lê tiştek cuda heye, tîştê cuda çi ye? Pergala nû erkên avakirinê dide pêşiya me. Ew jî çi ne? Erkên şoreşgerên avaker wiha ne; pêşengên stratejîk yên vê pergalê jin û ciwanin. Wê çaxê dînamikê herî radîkal yên ku pêşengtiyê bikin jin û ciwanin. Eger ciwan radîkalin, wê çaxê dînamîka civakê ku guhertinek çêbike; aliyê azadiyê û demokrasiyê an jî nirxên sosyalîzmê pêşbixe, wê pêşengtiya ciwanan li wir diyarker be. PKK vê aliyê paradîgmî de jî qebûl kiriye, xistiye pratîkê jî, li gor vê sîstema xwe ya rêxistinî jî çêkiriye, gorê vê herkes di nav xebatan de ye; ji xebatên leşkerî, xebatên siyasî, xebatên civakî, xebatên çapemenî û cur bi cur hemû beşên jiyanê ya civakê. Ne tenê ji bo Kurdistan. Navend, orîjîn (kok) Kurdistane; lê ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhane. Eger mirov vê pencerê de binêre, ciwan jî pêwîste di pergala Komalên Ciwanên Kurdistanê de tevbigerin, li gor perspektîfa Komalên Ciwan, ciwanên PKK-PAJK’ê esas bigirin, li gor vê jî li hemberî siyaseta qirker, dagirker, metînger ya dewleta tirk, ya lîstik û dek û dolab ya şerê taybet bi zanist bin. Mînak van 10 salan de tu hikumetek qasî ku ew hiqumeta AKP-MHP di vê pêvajoyê de şerê taybet daye meşandin, şerê taybet nemeşandiye. Niha wê bêjin di nav destûra bingehîn ya 12 Îlonê ya 1980 ya Kenan Evren, yê generalan de gelek zilm tê de hebû, raste. Lê belê di wê destûrê de guhertin çênebûye û li ser vê destûrê di hemû aliyên jiyanê de civakê rizandine. Têkîliyên malbatê rizandine, têkîliyên li derdorê cîhên civakî, mekteban rizandine, têkîliyên çûyîna bazaran rizandine, têkîliyên danûstandinê navbera welatan rizandine. Hemû tişt şerê taybet tê de heye. Çima? Siyaset li ser pere hatiye danîn. Pere jî; bi berhemên zêde ve her hîle tê de heye. Ji ber vê her kes ku pere digirin, pere difroşin. Li her derê ciwanan şûna ku pêşeroja mirovahiyê bifikirin, rojane fikirandinê empoze dikin berjewendiyên şexsî, takekesî û ezezîtî. Pêwîste ciwan vana bibînin. Dibînin jî, lê belê li hemberî vê tekoşîn nakin. Li hemberî vê yek kes nikare tekoşîn bike, pêwîste rêxistinî be. Dema em dibejin rêxistin, ne tenê saziyeke. Partîbûyînê de rêxistin, komîtebûyînê de rêxistin, komûnbûyînê de rêxistin. Rêxistinên perwerde, rêxistinên çalakiyan, rêxistinên fikir. Ango em bêjin di nav taxekê de vê taxê hemû rêxistin kirin, di kolanekê de ew kolan hemû rêxistin kirin. Malekê de malbatê, dayik, bav, kal û pîr hebin hemû rêxistin kirin. Binesaziyê vê rêxistinê li ser esasê çanda exlaqî û polîtîk e. Ew jî civakbûyînê tîne. Pêwîste ciwan jî wek mêjî û pêşengên civakê bikevin wan deran hemûyan. Ne tenê li gor pergalê li zanîngehan, lîseyan an jî hin qadên sporê. Mirov bikeve di nav wan qadan jî, lê pêwîste mirov bikeve nav hemû qadên tekoşînê. Em bi xwe jî qad ava bikin gorê pergala xwe. Akademî ne, meclîsin, komînin. Di bingeha komîn de 2 kes bi hev re wek komîn jiyan bikin, 3 kes bi hev re komîn çêkin. Mirov çanda Apogerî ji xwe re esas bigire. Destpêkê, komîna yekem ya PKK kî bû? Rêber APO bû, Şehîd Kemal Pîr, Şehîd Hakî Karer bûn. 3 Heval bûn lê şoreşek jê derket. Lê komîn bûn, her tiştê wan hevpar bû. Mirov vê komînê ji xwe re esas bigire, vê jiyanê, vê têkîliyê, vê zihniyetê. Pergala nû ya Netewa Demokratîk; ji bo avakirina Moderniteya Demokratîk, bi taybet di binesaziya Kurdistanê de destpêkirinê de, divê mirov tevlê erkên avakirinê bibe. Gerek di vê derbarê de cudahiyên ciwanan hebe. Cudahî heye, pêwiste hebe, lê gerek bê hesap be. Ango pir zêde şexsê xwe nefikire, ji kuştinê netirse, ji tekoşîn kirinê netirse, seferber be, girtinan, lêdanan; wana hemû hatine derbas kirin. Bi hezaran berdêl hatine dayîn. Bi milyonan însan muhacir bûne. Pêwîste em ji nirxên avaker re pêşengtî bikin. Ji ber vê; ciwanên Kurdistanê û derveyê Kurdistanê pêwîste êdî ew rola xwe ya dîrokî ya pêşengtî, ya ku Rêber APO êdî ne ya Kurdistanê tenê ye bileyzin. Rêber APO ji gelên cîhanê re jî, ji gerdûnî re jî bûye mal. Pêwîste ciwan bi vê fikirê tevbigerin. Mînak em bêjin 3 ciwan jî dikarin werin gel hev û parêznameyên Serokatî bixwînin û bidin xwendin. Biçin li malekê kom bibin, 10 ciwan, bixwînin û bidin xwendin. Ji hêsan û bingehîn heya global û giştî, di hemû mijaran de xwendin tiştekê esase, dayîna xwendin jî esase, lê çalakgerî jî esase. Diyalektîka me ya tekoşînê çawaye? Çiqas rêxistin ewqas çalakî, çiqas çalakî ewqas rêxistin. Tu çalakî nekî tu nikarî rêxistin bikî. Ew jî îspat bû. Mînak dest danîn ser şaredariyan, ew çawa gav şunde avêtin? Ciwanan pêşengtî kirin. Ne tenê siyaseta demokratîk; erê siyaseta demokratîk jî li her derê Kurdistanê rola xwe leyistin, lê belê wê derê de ciwan ketin dewrê. Li Batmanê niha ciwan li ser linganin. Tenê ji bo şaredariyan na. Her tişt ne hilbijartinin bêguman. Hilbijartin çepereke, ne ku em hilbijartin ji çeperên din mezintir bikin. Esas cihê nirxê tekoşînê gerîlayên Kurdistanê ne. Madem bi rêya hilbijartinê nadin te, madem dek û dolab hene, madem hîle hene, wê çaxê ciwanên Kurdistanê bi taybetî, ciwanên şoreşger, ciwanên ku daxweza lêgerîna heqîqetê lê hene, yên ku ji sosyalîzmê bawerin, yên ku ji demokrasî û yekîtiya gelan bawerin, ew berê xwe bidin Asya Alî û Rojger Hêlîn. Berê xwe bidin gerîla, berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Ciwanên herî pêşeng ewin. Ew rê nîşanê me dan. Lê nayê vê wateyê ku herkes were çiyayên Kurdistanê. Lê esas wezîfe ew e ji ber ku rê nadin te. Şaredariya Mêrdîn, 3 caran, ruxmê dek û dolaban tê standin lê dawî de dîsa jî qeyyum davêjin ser, uzman çavuşek davêjin ser. Uzman çavuş navê tirkîye. Dagirkere, leşkerê pispore. Bi talîmat tê, di wir de demokrasî-memokrasî nîne. Xelk dihilbijêre û tîne ew jî îradeya vê dagirdike û jendermeyek davêje ser wir. Gerek gelê Kurdistanê ne li bendê be ku di hilbijartinên din de dîsa şaredariyên xwe bistîne. Gerek berovajî wê; hîn zêdetir tekoşîn bike, ger pêwîst be bi hêza gel bi tundî jî biçe ser şaredariyan û dijmin ji wir derxîne. Eger wiha nebe tenê bi daxuyaniyan gav nayê avêtin. Daxuyanî salê carekê mirov dide. Mirov aciz dibe, her 2 kes radibin daxuyanî didin. Di daxuyanî de mirov 2 hezar kes 20 hezar kes radike. Di hundirê avahiyekê de 2 kes û derdora wan hemû polîsin, faşîstin, dijminin ew jî daxuyanî didin. Em nabêjin bila daxuyanî nedin, lê belê çanda me ya daxuyaniyan nîne. Çanda me çanda çalakiyane. Ciwan gerek wisa bin. Mirov xwe bigire bişidîne; aliyê felsefîk, îdeolojîk, siyasî, rêxistinî. Wê çaxê ciwan jî rola xwe bileyîze. Lê na, ew ji derkevin wek partiyên legal ya dewleta tirk, wan teqlît bikin, ewê rê nedin. 2 kes derdikevin kolanê, 100 polîs derdora wan de ne. Em hemû çapemeniyê temaşe dikin. Em xwe rêxistin bikin û bêjin 100 hezar kes derkevin, wê demê kes nikare pêşiya vê bigire. Em gelê Kurdistanê hemûyan ji bo xwedî derketina li Rêber APO, tekoşîna wan em slav dikin, ew cuda. Lê belê ciwan pêwîste cudahiya wê hebe. Lê belê gelek xeletiyan jî em li wir dibînin. Carina xwe tenê di nav xebatên îllegal dibîne. Dibejin em tenê dema îllegal be derdikevin. Ne raste. Her xebatê de pêwiste hebin. Legal jî îllegal jî hebin. Mînak em bêjin xelk li kolanan, li pêşiya şaredariyê ne, bila ciwan jî bi wan re derkevin. Lê belê çalakiyên ciwanan cuda jî hebin, yên radîkaltir jî hebin. Hinek bikaribin cuda pêşiya gel de cesaretê bidin wan. Ew jî giredayê ewe ku em êdî gelekê zanistîne, têgehîştîne, siyasetê rast dixwînin, Rêberê me heye, gerîlayê me heye, tekoşîna şoreşa Kurdistanê heye. Em wana ber çav bigirin. Kê gotinek hat bîra wî wê yekser axaftinekê bike wisa nabe. Em tevgerekê, çandeke ku 52 salan tekoşîna demokrasî û azadî dayî ne. Exlaqek hatiyê pêşxistin. Ji ber vê ez pêşengtiya ciwanên Kurdistanê, yên ku pêşengtî dikin ji şoreşa Kurdistanê re, em wan hemû silav dikin. Em bi dil û can bi wan re ne. Diyalektîka Rêbertiya PKK jî bi ciwanî destpêkir, bi ciwanî wê serbikeve. Di vê pêvajoyê de jî em ê bi ciwanî berxwe bidin, bi ciwanî serbikevin. Pêwiste rih ew be. Emir bi ciwanî re giredayî nîne. Diyalektîk ciwanî ye. Ciwanbûyîn esas bi Kurdî te wateya xweşikbûyînê jî. Ji ber vê xweşikbûyîn, ciwanbûyîn pêwîste di şoreşa Kurdistanê de rol bilêyzin. Em bawerim jî ewê rol bileyzin. Îspata vê jî Şêhîdên mezin heval Asya Alî û Heval Rojger Hêlîn in, hevalên pêşengên mezin Çiyagerin, hevalên pêşengên mezin Axînin, hevalên pêşengên mezin Baranin, Andokin û her wiha hemû hevalên tekoşînê ne. Yê herî mezin jî yên ku pêvajoya ciwanên vê demê temsîl dikin; Sara, Vejîn Bişeng pêşengtî dikin. Mirov bi pêşengtiya wan; Sara, Vejîn, Bişengan çawa rol leyistin. Ciwanên sîstema Komalên Ciwan, welatparêzî, demokrasiyê de cih digrin esas, pêwiste vê ji xwe re esas bigirin. Nav rêxistinê de cih bigirin, berê xwe bidin gerîlayên Kurdistanê, çiyayên Kurdistanê. Derfetên dîrokî hene, ew herdem nakevin destê me. Hin kes dîsa dest bi qederwariyê kirine. Dibêjin nizanim di sala 2025’an de çi bibe, wê salê çi bibe. Di dîrokê de ew operasyonên pirhebokan hebûn, bi gotegotan wan qetil dikirin. Hûn mirovên azadîxwaz bin, mirov qedercî nabe. Şoreş derfet dide ku Kurd û Kurdistan bi pêşengtiya Rêber APO û PKK-PAJK’ê misoger sîstemekê Netewa Demokratik orîjîn Kurdistan avabike. Em herkesî dawetê vê dikin, herkes ku tiştekê bike jî heye. Ji vê zêdetir îradeya xwe deynin holê, di şoreşa zihnî de, di şoreşa fikrî de, pêşengtiya tekoşîna çalakiyê de. Em bawerin ciwanên Kurdistanê wê pêşengtiya ciwanên Rojhilata Navîn û ciwanên cîhanê de diyarker bin. Em slav û rêzên xwe ji we re dişînin.”