WÎNTERTHUR – Kurdistaniyên li bajarê Winterthur ê Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê TCŞ’ê Ronda Bat piştî rêzgirtinê axivî û wiha got; “Wekî hûn jî dizanin, li seranserê cîhanê kaos heye. Em şer û pevçûnên vê serdemê bi taybetî li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopînin. Di van çend rojên dawî de li Rojavayê Kurdistanê geşedanên ku me gelek eleqedar dikin rû didin. Bi taybet niha pêşketinên dewleta Tirk a faşîst û qirker û çeteyên hevkarên wê şer girantir dike.Gelê Kurd mifteya pêvajoya ku em tê re derbas dibin e.
Ronda Bat axaftina xwe wiha domand; “Dewleta Tirk a qirker li her derê bombeyan bi ser gelê me de dibarîne, bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê. Em weke ciwanên TCŞ’ê bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku rabin ser piyan û axa Kurdistanê û gelê Kurdistanê biparêzin. Em banga xwe dubare dikin. Îro roja parastina şoreşê ye. Divê ciwan bersiva seferberiyê bidin û çalakiyan berfireh bikin.”
Piştî axaftina Ronda Bat, li ser navê Navenda Civaka Kurd a Winterthur Canfeda Ararat daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Elmanî xwend û daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Minbicê”, “Bijî Berxwedana YPG” û “Bijî Berxwedana YPJ’ê” bi dawî bû. “