BASEL – Bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN), Komîteya Rojava ya Baselê û rêxistinên şoreşger li Claraplatzê hatin cem hev û êrîşên li ser Minbicê protesto kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê Kemal Uzun axaftinek kir û metna çapemeniya Elman a KCKD-E ya têkildarî êrîşên dagirkeriyê hate xwendin. Uzun, berxwedana hêzên QSD’ê û gel a li hemberî êrîşan silav kir û got, “Heta ku êrîşên dagirkeriyê neqedin em ê qadên xwe terk nekin.”
Piştre jî çalakgeran meşiyan û di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” qîriyan. Meş li Qada Claramätte bi dawî bû.