BERN – Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Giştî li Gara Trenê ya Navendî ya Bernê ya li Bern a Swîsreyê li hev civiyan û êrîşên Çeteyên dewleta Tirk a faşîst û qirker û hevkarên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê protesto kirin.
Di daxuyaniyê de beriya destpêkirina çalakiyê li ser navê hemû şehîdên Kurdistanê 1 deqe rêzgirtin hate kirin û hate gotin, “Em ê her parçeyekî xaka Kurdistanê biparêzin.”
Berdevkê Bernê yê Şehîd Atakan Mahîr, Burhan Karakoç jî got, “Em banga xwe ji hemû raya giştî re dikin. Kor, kerr û lal nebin. Çavê xwe ji vê hovîtiyê re negirin. Armanca me ew e ku li ser vê bingehê dengê xwe bilind bikin.”
Burhan Karakoç bal kişand ser bêdengiya dewletên Ewropayê û got, “Ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan.”
Burhan Karakoç “Weke Kurd em ê şerê xwe, berxwedana xwe û şehîdên xwe biparêzin. Em ê çar parçeyên Kurdistanê biparêzin û vê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Piştî Burhan Karakoç, civîna çapemeniyê bi daxuyaniyên komên dostên enternasyonalîst ên bi zimanê Elmanî bi dawî bû.
Kurdistanî û dostên wan ên ku piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn, bi dirûşme û tilîliyan dawî li çalakiya xwe anîn.