NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya ANHA’yê, dewleta Tirk a dagirker duh bi şev saet 23:00 de li gundê El Mustareha yê li rojavayê bajarê Eyn Îsayê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) êriş kir. Hate ragihandin ku di encama êrişê de 12 sîvîl şehîd bûn, piraniya wan jin û zarok.